Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
Li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê jina bi navê Senem Barîk ji aliyê hewjînê xwe yê beriya salekê hevberdabûn Îrfan Barîk ve hat qetilkirin.
Li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê jina bi navê Senem Barîk ji aliyê hewjînê xwe yê beriya salekê hevberdabûn Îrfan Barîk ve hat qetilkirin.
Li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê Senem Barîk (38) di mînîbusa ku dixwest biçe mala keça xwe de ji aliyê hevjînê xwe yê beriya salekê ji hev cihê bibûn Îrfan Barîk ve bi kêran hat qetilkirin.
Hate zanîn ku Barîk beriya niha di penahmalê de dima û 10 roj beriya niha biryara dûrxistinê dabû girtin.
Bi behaneya “Hesûdî” Îrfan Barîk ê cînayetkirî hat destgîrkirin.