KCDP: Di meha Tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ragihand ku di meha Tîrmehê de bi kêmanî 30 jin hatine qetilkirin, 12 jin jî bi awayekî bi gûman mirine.

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya tundiya li ser jinê ya meha tîrmehê parve kir. li gorî raporê, di meha tîrmehê de 20 jin hatine qetilkirin û 12 jin jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane. Ji 20 jinê ku hatine qetilkirin 10 ji wan ji aliyê zilamên ku bi wan re zewicandî bûne ve, 2 ji wan ji aliyê zilamên ku bi wan re bûne ve, yek jê ji aliyê bavê xwe ve, yek jê  ji aliyê zilamê ku berê bi hevre bûne ve, yek jê ji aliyê kurê xwe ve, yek jê jî ji aliyê kesekî ku wê şopandiye ve hatine qetilkirin. Nêzikbûna faîlekê nehat hînkirin. 

Di raporê de qala berdewamkirina çalakiyên li dijî rakirina ji meriyetê ya Peymana Stenbolê jî hat kirin û hat destnîşankirin ku têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê bê berdewamkirin.