Dayikên Girtiyan nerazî ne: Tavilê tecrîdê rakin!

Li Amedê dayikên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ne peyama ‘Tavilê tecrîdê rakin’ dan.

Dayikên girtiyên ku li dijî tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan 251 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ne, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî dan. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku pirsgirêkên li welat tên jiyîn di çarçoveya hiqûq û edaletê de nayên çareserkirin, rêgezên hiqûqa demokratîk esas nayên girtin û ji ber vê yekê pêvajoyeke ku pirsgirêk didomin dijîn.

Zeytûn, bal kişand ser sînorkirina maf û azadiyê û da zanîn ku qanûn û mewzûat nayê pêkanîn.

Zeytûn bi lêv kir ku binpêkirinên mafan li girtîgehan bi awayekî giran didomin û qala serlêdana ku ji bo Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê dimîne, girtî Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan di 29’ê tîrmehê de li Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê hatibû kirin, kir. Zeytûn, anî ziman ku di serlêdana xwe de xwestine Komîteya Wezîran rayeya xwe ya kontrolkirinê bikarbîne û destnîşan kir ku daxwazên çalakvanên ku di çalakiya greva birçîbûnê de bi rêyên hiqûqa navxweyî dikarin bên çareserkirin.

 Zeytûn diyar kir ku hin qanûnên ku wekhev û bê cudatî werin sepandin ji hin girtiyan re nayên sepandin û wiha got: “Divê krîterên hiqûqê û mewzûatên navnetewî esas were girtin û were çareserkirin. Ji bilî tecrîda li Îmraliyê didome rewşeke girantir di holê de ye. Ji bo ku ev pirsgirêk û binpêkirin bên çareserkirin divê demildest tecrîd were rakirin. Hêj rewşa girtiyan a tenduristiyê giran nebûyî divê derhal were bi dawî kirin.”

Piştre dayika girtî Nafiye Yîgît axivî û destnîşan kir ku li ser zarokên wan zextên giran hene. Yîgît a di heman demê de dayika aştiyê ye û wiha got: “Heqaretê li zarokên me dikin. Ji xwe cihê ku lê girtî dimînin ji ber dûr in em nikarin biçin bibînin. Dema li me digerin dibêjin di bin zexta de ne. Ew perçeyek ji me ne. Em li pişt wan e.”

Yîgît destnîşan kir ku bi salane banga aştiyê dikin û wiha axivî: “Em naxwazin ne Kurd, Tirk, Ereb, Çerkes û gelên din bimirin. Lê kes destê xwe yê aştiyê dirêjî me nake. Bangên me yên aştiyê qebûl nake. Nayê hesaba wan. Bi salane tecrîd didome. Bila daxwazên zarokên me werin qebûl kirin. Zarokên bi biryar in ku heta daxwazên wan bi cih neyên çalakiya xwe bi dawî nakin. Bang li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Navxweyî, Serokkomar dikin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe. Em naxwazin ji gertîgehê cenaze derkevin. Destê me yê aştiyê bigirin. Bila ev zilm û heqaret bi dawî bibe.”

Piştre dîsa Abdûllah Zeytîn mafê axiftinê girt û diyar kir ku wê şopdarên daxwazên dayikan bibin û wê bi hev re têbikoşin.