JIN
Hemû Nûçe
-
Çalakiyên Jîna Emînî: Em ê serî li ber zilmkaran netewînin
Li gelek navendan jin ji bo Jîna Emînî daketin qadan û gotin: “Di vê sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve diçin de, bêyî serî li ber rejîmên zilmkar xwar bikin, em ê bi têkoşîna xwe cîhaneke bikarin bi azadî lê bijîn ava bikin.“ -
Li Ekvadorê ‘dewleta jinkuj’ hat protestokirin
Li Ekvadorê ku ji serê salê heta niha 206 jin hatine qetilkirin, bi sedan jinan çalakiyeke protestoyî li dar xist. -
Kongreya Star êrîşa li Efganistanê şermezar kir
Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star êrîşa li dibistaneke Kabûlê şermezar kir ku 32 zarok hatin qetilkirin û bang li UNICEF û hêzên pêwendîdar kir ku jiyaneke bi ewle ji zarokên Efgan re biafirînin. -
KJAR'ê dest bi kampanya 'Dema Parastina Şoreşa Jinê ye' kir
KJAR'ê destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan şoreşa azadiyê ragihandine û di oxira vê yekê de canê xwe didin. KJAR'ê destnîşan kir ku li ser vê bingehê jî ew dest bi kampanya 'Dema parastina şoreşa jinê ye' dikin. -
Li Kîel, Nurnberg û Hannoverê dewleta Îranê hate şermezarkirin
Di çalakiyên ji bo piştgirîdayîna protestoyên ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin û dikeve hefteya 3’emîn de, wiha hate gotin: “Divê azadiya jinê, sînoran derbas bike.” -
Li Swîsreyê li dijî zêdekirina temenê teqawidiyê yê jinan biryara grevê hat dayîn
Dirêjkirina temenê teqawidiyê yê jinan li bi dehan navendên Swîsreyê bi xwepêşandanan hat protestokirin. Jinan, li Lozanê got: ‘’Em ê 14’ê Hezîrana 2023’an bikevin grevê.’’ -
Li Ewropayê çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” didomin-HATE NÛKIRIN
Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bi pêşengiya jinan ên ji bo piştevaniya bi serhildanên gel re didomin. Li gelek navendan jinan bi armanca protestoyê porên xwe qut kirin. Bêdengiya dewletên Ewropa ya li hemberî hovîtiya Îranê hat şermezarkirin. -
Li Ewropayê jin ji bo Jîna Emînî meşiyan
Bi hezaran jin ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin. -
Girtiyên jin berxwedana li Îran û Rojhilat silav kirin
Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin, berxwedana gel a li Îran û Rojhilat silav kirin. -
Hejmara meha Cotmehê ya rojnameya Newaya Jin derket
Hejmara 211’an a rojnameya Newaya Jinê bi manşeta ‘Formula têkoşîna sedsala 21’emîn, jin jiyan azadî’ derket. -
‘Wê pergala sêdare ya Îranê bi têkoşîna jinan hilweşe’
Endama Komîteya Derve ya Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Leyla Arzû Îlhan diyar kir ku wê pergala sêdare ya Îranê bi têkoşîna jinan hilweşe û got: “Divê her kes piştgiriyê bide serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.” -
Nivîskara Îranî Darvîshî: Êdî em dixwazin li welatekî azad bijîn!
Nivîskara Îranî Sepîdeh Darvîshî a ku li hemberî qetilkirina Jîna Emînî pêşengtî ji çalakiyên protestoyê yên li Tirkiyeyê kir got “Em êdî dixwazin li welatekî demokratîk û azad bijîn.” -
Li qada navdar a Parîsê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’
TJK-F bi tevgerên Jinan ên Fransî û Îranî re, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ji bo piştgiriya jinên Rojhilatî, li qada Repûblîqûe ya Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. -
Li Nîgde û Amedê qetlîamên jinan
Li Nîgdeyê jina bi navê Kîraz Buyuksaraç ji aliyê Mehmet Buyuksaraç ê pê re li ber hevberdanê bû ve hat qetilkirin. Li Amedê Emrah Başegmez ê Esma Başegmez piştî hevberdana bi sê mehan qetil kir. -
YPJ'ê nasnameya 2 şehîdan ragihand
YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyê 2 şehîdan ragihand û got: “Di nava refên têkoşînê de her şehadeta çêdibe soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.“ -
Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye
Platforma Jinan a Dersimê, têkildarê windabûna bi hezar rojan a Gulîstan Dokûyê li Jara Gola Çetû daxuyanî da û got: “Em nahêlin hûn kiryaran biparêzin, em ê hesab bixwazin.“ -
Girtiyên jin ji bo Jîna Emînî porên xwe birîn
Jinên di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de tên ragirtin ji bo qetilkirina Jîna Emînî şermezar bikin porê xwe birîn. -
Li Hindistanê jinên nezewicî jî wê karibin kurtajê bikin
Dadgeha Bilind a Hindistanê diyar kir ku jinên nezewicî jî di nav de jin hemû heta hefteya 24'an wê karibin kurtajê bikin. -
Li Sîegen û Orebroyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin - HATE NÛKIRIN
Li bajarê Sîegen ê Elmanyayê û bajarê Orebro yê Swêdê ji bo piştgiriya jinên du hefte ne li Îran û Rojhilatê Kurdistanê terka qadan nakin, bi sedan kes hatin ba hev û çalakî li dar xistin. -
‘Em natirsin ji ber ku şiara me jin jiyan azadî ye‘
Jinên Frankfûrtî, bi pêşengiya Women Defend Rojava û Meclîsa Jinan Amarayê hatin ba hev. Lelom Ercument a Rojhilatî got: “Ji ber ku şiara me, ‘jin, jiyan azadî’ ye, em natirsin, em ê teqez bi ser bikevin.“ -
KESK: Pergala ji tayê porê bitirse wê hilweşe
Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê ku qetilkirina Jîna Emînî li ber Konsolosxaneya Îranê protesto kir û gotin: “Pergala ji tayê porê bitirse, wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin.“ -
Jinên Îranî yên li Stenbolê ji bo Jîna Emînî rabûn ser pêyan
Jinên Îranî yên li Tirkiyeyê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê qetilkirina Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaq" ve hat qetilkirin, şermezar kirin. -
Sînemagerên Tirkiyeyî piştgirî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
Jinên sînemager ên Tirkiyeyî bi vîdeoya amade kirin re xwedî li berxwedana jinan a li Rojhilat û Îranê derketin. -
RJAK’ê jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin
RJAK’ê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: “Azadî wê bi pêşengiya jinan pêk were.” -
KJK’ê sersaxî ji bo Meredîth Tax xwest
Koordînasyona KJK’ê Meredîth Tax a ku dosta gelê Kurd e bi bîr anî û diyar kir di demên dijwar de ew bi gelê Kurd re bû.