Girtiyên jin berxwedana li Îran û Rojhilat silav kirin

Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tên ragirtin, berxwedana gel a li Îran û Rojhilat silav kirin.

Yek ji girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê Dîlan Yuruklu, di hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re kirî de, got ku ew berxwedana li Îran û Rojhilat silav dikin.

Yuruklu li ser navê girtiyên jin ev peyam da: “Di serî de em Jîna Emînî û hemû jinên ku bi destê dewleta mêr hatin qetilkirin, bi bîr tînin û qetlîamê lanet dikin. Jîna Emînî ji bo hemû jinên ku aştiyê dixwazin û ji bo vê li ber xwe didin, bû sembol. Em berxwedana jinan silav dikin. Jin, jiyan, azadî!”

Malbatê ragihand ku di dema axaftinê de sê caran axaftina wan a bi telefonê qut bûye, komek qelebalix a gardiyanan mudahale kirine.