RJAK’ê jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kirin

RJAK’ê berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kir û got: “Azadî wê bi pêşengiya jinan pêk were.”

Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê silav kir. RJAK’ê diyar kir ku her qad wê bi pêşengiya jinan bibin qadên azadiyê û got: “Di rojên dawîn de em dibînin ku bi pêşengiya jinan gelê Kurd û Îranê bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîma Îranê têdikoşin.”

Di berdewamiya daxuyaniya RJAK’ê de wiha hate gotin:

“Ev serhildan encama xwepêşandanên gelê Îranê ye ku di salên dawîn de pêk anîn e. Ji ber ku desthilatdariya Îranê hikûmetek a di serweriya mêr de ye û jinan hesab nake.

Carinan bi navê namûs, qanûn jin tên qetilkirin yan jî dikin ku xwe bikujin. Di nava çend mehan de jin ji ber polîtîkayên li dijî jinan ku desthilatdar bi rê ve dibe, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Mîna Celaliyan gelek jin hatin girtin û demek dirêj e tu agahî ji wan jinan naye girtin. Li Îranê jin hîn jî ji ber gotina stranan bi astengiyan re rû bi rû dimînin. Me gelek caran dît ku çawa çarikê li jinan ferz dikin. Pergala serweriya mêr nîşan dide ku zextan li ser fikirên jinan dike û di her keliya jiyanê de midaxeleyê jinan dike.

Di rojên derbasbûyî de 2 jinên Kurd ên bi navê Şîler Resûlî û Jîna Eminî bûn hedef. Şilêr Resûlî ji tirsa destdirêjiya êrîşkar ji bo ku xwe biparêze xwe ji pencereya malê de avêt. Ev bûyer hîn eşkere nebûye. Dema ku Jîna Eminî ji aliyê pergala destdirêjker ve rastî êrîşê hat, hikûmet nîşan da ku cudahiya tu derê nîn e. Bi vê ferasetê li malê, li kolanan, li Kurdistanê, Îranê êrîşê jinan dike.

Tidarekên ku di demên dawîn de tên kirin xuya dibe ku desthilatdarî hewil dide dengê jinan bitepisîne. Jin li hemberê vê yekê bêdeng neman, lê pirsa bingehîn a li vir ew e ku jin çawa ewqas hatine bêdengkirin. Tevî ku hikûmetê bi çalakiyên xwe yên di çend salên dawîn de hemû qadên siyasî û civakî sînordar kiribin jî, ev serhildan bi tevlêbûna jinan li tevahiya Îranê belav bû. Jinan careke din nîşan da ku jin ne mexdûr in û bi pêşengiya xwe dikarin ji civakê re bibin hêz. Di rastiyê de ev serhildan bertekeke mezin a li dijî hikûmeta heyî ye.

Mîna tê xuyakirin, jinan li her dera Îranê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kir, ev dirûşm hemû jin anîn ba hev. Di heman demê de jinan nîşan da ku li her derê armanca wan a hevpar azadî ye. Ev dirûşm tê wê wateyê ku xebata rizgariyê ya jinan ku zêdeyê çaryeka sedsalê ye didome û ji Kurdistanê derbasê cihanê bûye.

Di heman demê de me di nav çend rojên dawîn de peyamên piştgiriyê ji jinên her çar aliyê cihanê girt. Me li her derê dît ku divê têkoşîna li dijî zilamperestiyê bidome û pêwîstiya me bi têkoşîneke hêj berfirehtir heye. Lewma wek Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê RJAK em piştgiriyê didin serhildana jinan a Rojhilatê Kurdistanê. Azadî wê bi pêşengiya jinan pêk were”