Jinên Îranî yên li Stenbolê ji bo Jîna Emînî rabûn ser pêyan

Jinên Îranî yên li Tirkiyeyê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê qetilkirina Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaq" ve hat qetilkirin, şermezar kirin.

Jinên Îranî yên li Tirkiyeyê li ber Balyozxaneya Îranê ya li Çagaloglûyê qetilkirina Jîna Emîniyê ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaq" ve hat qetilkirin, şermezar kirin. Di çalakiyê de ku mêr jî tevlêbûn, dowîzên li ser "Jin, jiyan, azadî" nivîsandî û wêneyên Jîna Emînî hatin hildan. Jinan bi şewitandina çarikên reş qetilkirina Jîna Emîniyê şermez kir.

 Jinên Îranî, di çalakiyê de destnîşan kir ku ew doza welatekî dikin ku bikarin azad lê bijîn û wiha gotin: "Her kes welatê me wekî Îran dizane, em Îrana xwe dixwazin. Em Komara Îslamî ya Îranê naxwazin. Armanca me ew e ku em piştgiriya gelê xwe yê li Îranê bikin."