Li Swîsreyê li dijî zêdekirina temenê teqawidiyê yê jinan biryara grevê hat dayîn

Dirêjkirina temenê teqawidiyê yê jinan li bi dehan navendên Swîsreyê bi xwepêşandanan hat protestokirin. Jinan, li Lozanê got: ‘’Em ê 14’ê Hezîrana 2023’an bikevin grevê.’’

Jinan, ketina meriyetê ya paketê reformê yê dirêjkirina temenê teqawidiyê yê jinan qebûl nekir û bertekên xwe li dijî biryarê, bi daketina qadan nîşan didin.

Rêxistinên femînîst ên jinan, partiyên siyasî û rêxistinên jinên koçber, li dijî dirêjkirina temenê teqawidiyê yê jinan li bi dehan navendên Swîsreyê xwepêşandan kirin.

Ketina meriyetê ya paketê reformê li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi meşeke girseyî hat protestokirin.

Bi banga koordînasyona Lozanê ya kolektîfên Grevê yên Femînîst û SSP Vaûdê li Place de Rîpponeyê, bi tevlêbûna saziyên jinan û partiyên siyasî beriya meşê, daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniya hat dayîn de wiha hat gotin: ‘’Em jin roja Yekşemê ji pişta xwe hatin kêrkirin. Bi ketina meriyetê ya AVS 21’ê ku wê bibe sedem ku em salek zêdetir bixebitin da ku teqawid bibin û bandoreke fizîkî û mejiyî ya nayê qebûlkirin li jiyana me bike.

Em têk naçin, ji bo nîşandana hêrsa xwe û ketina greva mezin a femînîst di 14’ê Hezîrana 2023’an de û ji bo birêxistinbûnê em niha bang dikin.’’

Piştî axaftinê, bi daxwaza ‘’Ji bo karê wekhev destheqê wek hev’’ û kişandina ji paş re ya reforma AVS 21’î dirûşme hatin berzkirin û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê hat kirin.

Girse, cardin vegeriya qada Rîpponeê û li vir mîtîngek lidar xist.


         


        

KOYÛNCÛ: WÊ SEDSALA 21’EMÎN BIBE SEDSALA JINAN

Encumena Şaredariya Lozanê Sevgî Koyûncû ya ji Tevgera Çepgir a Bi hev re, got ku ew li dijî ketina meriyetê ya pakêtê reformê bi hêrs in û wiha li axaftina xwe dewam kir: ‘’Sedsala 21’emîn, wê bibe sedsala azadiya jinan. Şoreşa Rojava, ne birasthatinî ye. Jinên herî xweşik ên cîhanê bi DAÎŞ’ê re şer kirin û ew têk birin. Serhildana bi qetilkirina Jîna Emînî re destpê kir parçeyekê vê şoreşê ye. Li ser navê hemû jinan dengê xwe bilind bikin. Bijî piştevaniya navneteweyî ya jinan.’’

Piştî axaftina Koyûncûyê dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi Fransî hat berzkirin.

Çalakî, bi banga Greva Jinan a Neteweyî ku wê 14’ê Hezîrana 2023’an bê kirin, bi dawî bû.