Li Hindistanê jinên nezewicî jî wê karibin kurtajê bikin

Dadgeha Bilind a Hindistanê diyar kir ku jinên nezewicî jî di nav de jin hemû heta hefteya 24'an wê karibin kurtajê bikin.

Li ser parêznameyekê ku dixwest, guhertina li qanûna kurtajê ya 2021'ê vebêje, ku jinên nezewicî li derve dihişt, dadgehê biryar da.

Dadgehê diyar kir ku zewicî yan jî nezewicî mafê hemû jinan e ku bi rengekî ewle û qanûnî kurtajê bikin. Dadgehê destnîşan kir ku dervehiştina jinên bekar ên ji ber têkiliya xwe "li dijî destûra bingehîn" e.

Li Hindistanê kurtaj ji sala 1971'ê û vir ve qanûnî ye, lê belê bi nava salan re rayedaran li ser mijara kurtajê pîvanên tund danîn û vê yekê jî li welêt rêjeyeke çewt a zayendî bi xwe re anî. Hîndû bi giranî zarokên mêr ji zarokên keç bêhtir tercîh kirin.

Hikumetê par ji bo jin di hefteyên 20-24'an de kurtaj bibin, Qanûna Bidawîkirina Tipî ya Ducaniyê (MTP) guhert. Di nava vê guhertinê de jin ên mexdûrên destavêtin, yên biçûk, astengdarên mejî û jinên zewicî cih digirtin.

Bi biryara roja Pêncşemê re hate destnîşankirin ku divê jinên nezewicî jî bikevin ber vê qanûnê.

Dadgeha ji sê dadgeran diyar kir ku rewşa medenî ya jinekê nabe ku bibe hincet ku ji mafê xwe yê ducaniyeke nayê xwestin bêpar bê hiştin.