Li Ewropayê çalakî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” didomin-HATE NÛKIRIN

Li gelek bajarên Ewropayê çalakiyên bi pêşengiya jinan ên ji bo piştevaniya bi serhildanên gel re didomin. Li gelek navendan jinan bi armanca protestoyê porên xwe qut kirin. Bêdengiya dewletên Ewropa ya li hemberî hovîtiya Îranê hat şermezarkirin.

Çalakiyên protestoyî yên piştî qetilkirina Jîna Emînî li paytexta Îran Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve, di hefteya sêyemîn de didomin û li gelek navendên cuda yên Ewropayê jî çalakiyên ji bo piştgirîdayîna gelê Îran û Rojhilat didomin.

STÛTTGART

Bi hezaran kes li bajarê Stûttgar ê Elmanyayê hatin ba hev û ji bo silavkirina çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, çalakiyek lidar xistin.

Jinan di çalakiyê de porên xwe qut kirin û bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin.

HELSÎNKÎ

Tora Piştevaniya bi Kurdistanê re ya ji rêxistinên Kurd û Fînî, li dijî hevkariya Fînlandiya ya li beramberî endamtiya NATO’yê, bi dewleta Tirk re, li ber Parlamentoya Fînlandiyayê hatin ba hev.

Çalakî bi navê “Li hemberî Tirkiyeyê bê çareserî nemînin” hate organîzekirin û têkîliyên ne rewa yên hikûmeta Fînlandiya ya bi dewleta Tirk re, hate şermezarkirin.

Çalakvanên Fîn û Kurd bi daxuyanî û dirûşmeyan, hevkariya Fînlandiya û Tirkiyeyê şermezar kirin. Hat xwestin ku Fînlandiya xwedî li nirxên demokrasiyê derbikeve û mafên gelên Kurd, bi dîktatoran re neke rojeva bazirganiyê.

 Çalakvan piştre tevlî çalakiya ji bo silavkirina berxwedana gel a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hate lidarxistin, bûn. Çalkî bi tevlêbûna PJAK û KJAR û rêxistinan hate lidarxistin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

Di çalakiyê de, daxuyaniyên ku polîtîkayên zextkar ên dewleta Îranê şermezar dikin, hatin dayîn.

KOLN

Roja 16’ê Îlona 2022’an, ji bo piştgirîdayîna serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir, meşek hat lidarxistin. Meş bi hevkariya PJAK, KJAR, Komala, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kurd a Kolnê, Jinanî Mistaqîl Kom û Partiya Çepgir a Îranê hate lidarxistin.

Meşa di saet 14.00’an de ji Chlodwîgplatzê destpê kir û li Rûdolfplatzê bi dawî bû.

Di meşê de bênaveber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya bi êşkenceyê, bi mîtîngekê hate protestokirin. Mîtîng ji aliyê Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan ve hate organîzekirin û gelek jinên Rojhilatî û Faris piştgirî dan çalakiyê.

Di mîtîngê de daxuyaniya ku koma aştiyê ya jinên Kurdistanê amade kir, hate xwendin û banga piştevaniya bi berxwedêrên ku bi rojane li dijî polîtîkayên qirkirinê yên Îranê li kolanan e re hate kirin.

VIYANA

Li Viyanaya paytexta Awûstûralyayê jî gel ji bo Jîna Emînî çalakî lidar xist. Girseya di saet di 16.00’an de li Waestbahnhofê hat ba hev, heta bi Mûseûmsqûartîerê meşiya.

Çalakgerên jin, ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî porê xwe jê kirin.

Berdevkên ji komên cuda ku tevlî çalakiyê bûn, bi axaftinên xwe bang li Îranê kir ku dev ji polîtîkaya xwe ya qirkirinê berde û serhildan silav kirin.

LORÎENT

Kurdistaniyên li bajarê Lorîent ê Fransayê dijîn û dostên wan, ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî û bi sedan kesên di çalakiyên protestoyî de û ji bo piştgiriya ji bo sehildanê saet di 18.00’an de li qada Place Arîstîde-Brîand a bajarê Lorîentê hatin ba hev. Çalakî, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinên Kurdistaniyan û dostên wan dewam kir.

Yên di çalakiyê de axivîn, îşaret bi wê yekê kirin ku di berxwedana dawîn a li dijî hovîtiya li dijî Jîna Emînî de jî Kurdan pêşengî ji berxwedanê re kiriye û diyar kir ku ew bi gelên berxwedêr re ne ku li dijî hişmendiya paşverû li Îranê têdikoşin.

Di çalakiyê de bi sedan belavokên ji aliyê TJK-F’ê ve hatin amadekirin hatin belavkirin. Çalakiya protestoyî, bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ bi dawî bû.

STOCKHOLMÊ

Li paytexta Swêd Stockholmê bi pêşengtiya TJK-E, KJAR, RONAK û rêxistina jinan a KOMELE û partiya Komunîst a Rojhilat ji bo kirina piştgiriya serhildanên li Rojhilat û Îranê, meşeke girseyî hate lidarxistin.

Îro di saet 14:30’an de li paytexta Swêd Stockholmê, ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin û silavkirina berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê meş hat lidarxistin. Meş, ji parka Norra Bantorget dest pê kir û heta Parka Raoûl Wallenberg dewam kir.

Di çalakiyê de alên wêneyên Jîna Emînî, alên TJK-E, KJAR, KOMELE, wêneyên Zeynep Celaliyan a li girtîgeha Îranê û gelek pankartên “Jin jiyan azadî” hatin hilgirtin. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Kujer îran” hatin berzkirin.

Di meşê de parlamentera serbixwe Amîne Kakebawe axivî û wiha got: “Ewropa û dewletên ku qala demokrasî û mafê mirovan dikin, tu pirsgirêka wan bi Îranê ku Kurd û serhildêran dikuje, re nîn e. Ew tenê li berjewendiyên xwe yên aborî difikirin.”

Her wiha di meşê de Saziyên Belûciyan jî amade bûn û banga xurtkirina piştevaniya gel hate kirin û bang li hemû gelên li Îranê kir ku hemû gelên li herêmê bi yek dengî li dijî rejîma xwînxwar serî rabikin.

Wê sibe jî bi pêşengtiya rêxistinên Femînîst ên Swêdî di seet 16:00’an de li ber parlementoya Swêdê çalakî bê lidarxistin û banga tevlêbûna çalakiyê li saziyên Kurdan hat kirin.

VESTROS

Li bajarê Vasteros (Vestros) ê Swêdê, bi heman armancê çalakiyek hat lidarxistin.

LÎMASOL

Qetilkirina Jîna Emînî li bajarê Lîmasol ê Qibrisê, bi tevlêbûna bi sedan kesan hate protestokirin.

Kurdistanî yên li Qibrisê dijîn, rêxistinên civakî yên sivîl ên Qibrisê, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û gelên Îranê li Parka Molozên hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û flamayên YPJ, TJK-E’ê û Kurdistanê hatin hilgtirtin.

Çalakî ji bo bîranîna kesên ku di serhildanan de hatin qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre girseyê bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Çalakiyan destnîşan kirin ku ev çalakî ne ji ber dijberiya Îslamê hatiye lidarxistin, ji ber berxwedana gel û jinan ku di bin navê ol de rastî her cure êrîşan tên, hatiye lidarxistin.

Di axaftinên hatin kirin de, dewleta Îranê hat şermezarkirin.

Hinek ji çalakvanan bi armanca protestoyê, porên xwe qut kirin.

Çalakî heta saetên derengî dewam kir.