Hezar roj in Gulistan Dokû winda ye

Platforma Jinan a Dersimê, têkildarê windabûna bi hezar rojan a Gulîstan Dokûyê li Jara Gola Çetû daxuyanî da û got: “Em nahêlin hûn kiryaran biparêzin, em ê hesab bixwazin.“

Ji 5'ê Çileya 2020'ê heya niha tu xeber ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin. Platforma Jinan a Dersimê, di roja hezarî ya windabûna Dokûyê de li Jara Gola Çetûyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta "Gulîstan Dokû 1000 roj in winda ye" hat vekirin. Li ser navê platformê Eylul Yantemûr axivî. Yantemûr anî ziman ku di dosyeya Dokûyê de ku hezar roj in winda ye tu pêşketin nîn e. Yantemûr da zanîn ku heya niha tenê îfadeya tekane gumanbarê dosyeyê Zeynel Abarakov hatiye girtin û got: "Lê dosye hêj jî wek roja ewil e û tu pêşketin nîn e.’’

Yantemûrê bi lêv kir ku hemû hewildanên malbatê yên ji bo hevdîtina bi rayedaran re bêencam mane û sozên hatine bi cih nehatine anîn.  

Di dawiya axaftina xwe de Yantemûr bi lêv kir ku ew jin wê li dijî polîtîkayên tunekirinê têkoşîna xwe ya birêxistinkirî xurttir bikin û bûyerên bi vî rengî bişopînin û wiha got: "Me roja ku Gulîstan winda bû, got ku em ê vê bûyerê bişopînin û heya Gulîstan neyê dîtin em ê dest jê bernedin. Em careke din vê soza xwe dubare dikin. Em ê nehêlin hûn kiryarên xwe biparêzin, em ê hesab bixwazin!"

Piştî daxuyaniyê jinan wêneyên Gulîstan Dokûyê û pankarta di destê xwe de bi Pira Mamekiyê ve daliqandin û dawî li çalakiya xwe anî.