Li Sîegen û Orebroyê serhildana li Rojhilat û Îranê hat silavkirin - HATE NÛKIRIN

Li bajarê Sîegen ê Elmanyayê û bajarê Orebro yê Swêdê ji bo piştgiriya jinên du hefte ne li Îran û Rojhilatê Kurdistanê terka qadan nakin, bi sedan kes hatin ba hev û çalakî li dar xistin.

Li bajarê Sîegen ê Elmanyayê, bi banga Meclîsa Jinan a Pakîze Nayirê ji neteweyên cuda bi sedan jin, ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo serhildana li Rojhilat û Îranê li qada Sîegbruckeyê hatin ba hev.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM), Partiya Çepgir a Elman (Dîe Lînke) û endamên Antîfayê jî piştgiriya çalakiyê kir.

Jinan ji bo protestokirinê çarik avêtin erdê.   

OREBROY

Li bajarê Orebro yê Swêdê, Kurdistanî û Swêdî ji bo xwedî derketina li serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û şermezarkirina polîtîkayên qirkirina jinên ên Îranê mîtîngek li dar xistin.

Mîtîng, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Orebroyê, Partiya Çepgir a Swêdî û Înîsiyatîfa Femînîst, bi tevlêbûna bi sedan jinên Kurd, Faris û Swêdî hat lidarxistin.

Destpêkê, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oreboyê Ridvan Altûn axivî. Altûn destnîşan kir ku şoreşa demokratîk li Rojhilata Navîn ne xeyalek e lê gav bi gav tê avakirin. Serokê Partiya Çepgir ê Orebroyê Lîn Jossefson jî got ku jinên Kurd û Îranî ne bi tenê ne, ew ê heta bi hetayê bi wan re bin.

Hunermendên Swêdî Jasse û Ann-Sofî jî bi stranên xwe reng dan mîtîngê.