KJAR'ê dest bi kampanya 'Dema Parastina Şoreşa Jinê ye' kir

KJAR'ê destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan şoreşa azadiyê ragihandine û di oxira vê yekê de canê xwe didin. KJAR'ê destnîşan kir ku li ser vê bingehê jî ew dest bi kampanya 'Dema parastina şoreşa jinê ye' dikin.

Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li ser serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek weşand.

KJAR'ê ev serhildan weke îlankirina şoreşa azadiyê pênase kir û destnîşan kir ku ew jî dest bi kampanya parastina şoreşa jinê dikin.

Daxuyaniya KJAR'ê ya li ser mijarê wiha ye:

'ŞOREŞA JINÊ AZADIYA GELAN MISOGER DIKE'

"Jin bi têkoşîna xwe di sedsala 21’ê de azadiya jinê û mirovatiyê misoger dikin. Jin êdî dîroka azadiya xwe dinivîsin. Bi têkoşîna jinan, dîwarên mejiyê zayendîperset ku jiyan ji bo jinê kiriye zindan dirûxîne û şoreşa jinê azadiya gelan misoger dike. Hêrs û kîna jinan a salan a li dijî rejîma dagirker, îro bûye dengê qîrîna azadiyê. Bûye îlana şoreşa gelan. Serhildanên jinan, gelan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê rabûna li ber mejiyê netewe dewletê ye ku li ser esasê Netewperestî, Zayendperestî, Olperestî hatiye damezrandin. Bi salane ku netewe, jin û bawerî dibin qurbanên mejiyê faşîst, yekdest ê rejîma dagirker a Îranê. Çalakiya bi wêrek a Şilêr Resûlî, redkirina mejiyê tecawizker bû. Bangewazî ji bo xwedîderketina li nirxên civakê bû. Qetilkirina Jîna Emînî bi rengekî hovane hilweşandina rejîma hegemonîk da diyar kirin. Jîna bi dirûşmeya 'JIN, JIYAN, AZADÎ' bû sembola yekgirtina gelan û sedemê bilindkirina têkoşîna azadiyê. Li dijî her cûre destdirêjî û zilma dagirkeran e. Jinan bi têkoşîna xwe dan diyarkirin ku jiyan bê jinê nabe. Jiyan jî bê azadî nabe. Xwedîderketina li Jîna Emînî, li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû derbasbûna pêvajoyek nû yê guhertin û veguhertinê.

'SÎSTEMA KU JI PIRSGIRÊKÊN CIVAKÊ RE NABE ÇARE, DIRIZE'

Rejîma Îslamî ji roja ku hate ser desthilatê dest bi kuştin, destavêtin, êşkence û darvekirinê kir. Ji gelan re bû çerxa sêdareyê. Ji dîktatorên beriya xwe zêdetir, li her qadên jiyanê jin û gel milîtarîze kir. Bi birçîhiştina civakê, bi sînordarkirina azadiyê wiha dihizirî ku wê bi serkeve. Ev tenê xwe xapandinek e. Sîstema ku ji pirsgirêkên civakî re nikare bibe çareserî, dirize û bi demê re mahkûmî belavbûn û rûxandinê ye. Li cihê ku jin û ciwan lê hebin, potansiyelê civakê yê bingehîn zindî be, li wê derê zû bi zû dest ji azadiyê nayê berdan. Azadî tiştekî hundirîne û tu hêzek nikare wê ji hundirê mirov derxe. Jin, ciwan, tu mirov ne mecbûr e ku wekî koleyekî/ê bijîn. Rejîma dagiker ev 43 salin bi her şêwazî xwest koletiyê li ser jin û gelan ferz bike, bi sîstematîk hebûna jin hedef girt û xwest ku di şexsê jinê de, civakê teslîm bigre. Lê jin û gelên azadîxwaz bi her şêwazî têkoşiyan, bedelên mezin dan û teslîmî sîstema tecawizker nebûn. Rihê azadîxwaziyê parastin û îro jî ev ruh bûye şoreşa gelan ku, bîrdoziya dagirkeriyê dirûxîne. Armanca bingehîn a rejîmê ew e ku, jinan bêparastin bihêle û di şexsê jinê de civakê bê reflêks bike; civakê ji exlaq û cewherê wê derxe. Lê em dikarin bêjin ku rejîma destpot di siyaseta xwe ya pişaftin û fetisandinê de li bin ketiye. Civak zindiye û bi pêşxistina pêlên şoreşê cewherê xwe diparêze. Destdirêjiyê li ser hebûna xwe qebûl nake, nirxên xwe yên exlaqî diparêze û daxwaza birêvebirina xwe bi xwe dike.

'CIVAK ÊDÎ DESTDIRÊJIYA LI SER NIRXÊN XWE QEBÛL NAKE, DAXWAZA DEMOKRATÎKBÛNÊ DIKE'

Şoreşa gelan bi pêşengtiya jinan vê dide îspat kirin ku gel şiyare, bi îrade ye êdî xwedî hebûne, li kolanan şerê azadiyê dike. Hebûna xwe diparêze û azadiya xwe misoger dike. Serhildanên radîkal  li meydanên Rojhilat û Îranê vê dide îspat kirin ku civak êdî destdirêjiya ser nirxê xwe qebûl nake û daxwaza mafên xwe yê demokratîkbûnê dike. Civaka demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk e. Exlaq hişmendiya azadî û edaleta civakê ye. Wijdana civakî ye. Li ser bingehê ku hemû xwesertiyan, hemû cûdabûnan biparêze, bihevrebûna civakê pêk tîne. Hêza bingehîn ya biryar û karkirinê ye ku sîstema civakê pêk tîne. Politîka jî têkoşîna azadiyê û aqlê hevbeş yê civakê ye. Şêwazê bingehîn yê azadbûnê ye. Em dikarin bêjin ku ev exlaq û wijdana gelane ku, şoreşa azadiyê pêş dixe.

Di tevahiya dîrokê de, ya ku her tim bûye çavkaniya jiyanê jin e. Lê  di rejîma Îranê de ji ber ku jin tune hate hesibandin, di qadên mirovî, siyasî, aborî, hiqûqî û giştî de nekariye xwe îfade bike. Rejîma zextker û hegemonîk di nav van 43 salan de, hewildana fetisandina enerjiya berxwedana civakê da. Çawa ku her hêzek dagirker destpêkê êrîşî hebûna jinê dike, rejîma hegemon ya Îranê jî bi heman şêwazî dagirkeriya xwe li ser fikir û fîzîka jin da meşandin. Bi Zagon û Şerîetê ve zihniyeta zayend perest, rewa kir û daxist nav hemû qadên jiyanê. Jiyan ji bo jinan, xiste zindan. Li beramberî hemû jinên Kurd, Fars, Belûc, Azer û Ereb, di bin navê hîcab û gunehê de, her cûre mudaxele rewa dît. Di bingehê xwe de ne tenê serê jinê dinixumîne, digire, dixwaze mejiyê jinê binuxumîne, bigire. Bi vî awayî armanc kir ku, di şexsê jinê de civakeke bê hiş û lêpirsîn nake ava bike. Jin ji hemû mafên wê ên bingehîn, bê par hatin hîştin û di bin navê hîcabê de her roj êrîşî jinan dike. Zihniyeta Zayend perest û Ol perest, weke çekekî bingehîn li dijî hebûna jinê bikar anî.   Jin ji qada siyasetê hatin dûr xistin, ji hemû mafî bê par hatin hiştin û rastî êrîşên baviksalarî hatin. Lê belê jinan di zindanan, li meydanan, heta li nav malan de li ber xwe dan û teslîmî rejîma dagirker nebûn.

'ŞOREŞA GELAN DI ŞEXSÊ JINAN DE PÊK TÊ'

Ji bo wê jî îro şoreşa gelan, di şexê jinan de tê jiyan kirin. Têkoşîna jinan ji her demê zêdetir dijwartir bûye û bîrdoziya rejîma Îslamî dirûxîne. Jin dîwarên zindanan bi têkoşîna xwe bê wate dikin û dengê berxwedanê bilind dikin. Cesareta pêşengtiyê didin, hêz didin û îradeya azad pêşdixin. Azadiya gelan bi azadiya jin va girêdayî ye. Azadiya jinê, mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e. Bi hevrebûna gelan, taybet hatina meydanê ya mêran, zanist û lêgerîna azadiyê di civakê de dide diyar kirin. Ev serhildanên ku di hemû kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de serî hildaye, şoreşeke zihnî û civakiye. Avakirina paradîgmayekî nû ye ku hemû, çîn, bawerî û netewan li derdora yek armancî kom kiriye. Ev jî pejrandina sîstema Konfedralîzma Demokratîke. Di şexsê şoreşa jinan de, ev xeyalê gelan dibe heqîqet. 

Weke jin ev dem bi me dide ferz kirin ku rêxistinkirin, yekgirtin û parastin çiqas pêwîst e. Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bajar bi bajar, bi yek diruşmê pêş ket, da diyar ku gelê me xwedî potansiyelê rêxistinkirin û yekgirtiye. Jin û ciwan canê xwe dikin sîper û dibin şehîdên şoreşa azadiya Jin û Jiyanê. Pêwîste ku em bi zanebûneke kûr ku ji felsefeya azadîxwaz ya ‘JIN, JIYAN ,AZADÎ’ tê destketiyên xwe biparêzin. Di Îranê de jin xwedî tecrûbeyên dîrokîne, baş dizanin ku hêzên mêrsalar û desthilat çawa xwe davêjin ser destkeftiyên jinan. Nimûneya vê jî şoreşa sala 1357’an ya ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, ev şoreş ji bo jin û gelên azadîxwaz veghurî dij şoreş û dîktatoran cih guhert û herî zêde jin bûn qurbanî. Lê êdî em wek jin xwedî hêz, îde û alternatîfin, xwedî hêza pêşengin; ji bo wê jî hemû qadên jiyanê veguherîne tekoşîn û şoreşê. Paradîgmaya azadîxwaziyê di Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de bi pêşengtiya jinên Kurd, îlham da hemû jinan li seranserê cîhanê. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî îlhama xwe ji vê paradîgmayê girtin û di şexsê Jîna Emînî de çirûska agirê azadiyê ji hemû walatên me geş bû ku em jê re dibêjin şoreşa jinê. Ji bo wê em dibêjin ku ‘Dema parastina şoreşa jinê ye’ dema parastina hebûn, nasname û azadiya jinane. Li hemû qadan em xwe bi hêz bikin, tekoşînê bilind bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin. Her jinek, her ferdek civakê pêwîste ku xwe di vê şoreşê de bibîne û ji bo azadiya xwe tekoşîn bike. 

'LI DIJÎ ZILMÊ, QÎRÎNA AZADIYÊ LI KURDISTANÊ BILIND DIBE'

Li ser vî bingehî em hemû jin derdê me hevbeşe, pêwîste ku tekoşîna me ya azdiyê jî hevbeş be. Em dikarin li dora diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ku her azadîxwazek hebûna xwe tê de dibîne, kom bibin. Em yek deng bin û yekgirtî bin. Têkoşîn û daxwazê jinan, hemû sînoran ji holê radike. Kurdistan qîrîna azadiyê, li dijî zilma zaliman bilind kir. Ehwaz, Belûcistan, Loristan, Azerbêcan û hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bersiv dan û bûn yek deng. Pêwîste ku her kesekî xwedî wijdan, sîstema dagirker red bike û tevlî xeta berxwedêr ya gelan bibe. 

Em hemû jin xwe bi hêz rêxistin bikin û li jêr yek sîwanî tekoşînê bilind bikin û daxwazên Jînayan bi azadiya hemû jinan misoger bikin. Bê rêxistinkirin tu hêz nikare serkeve, ji ber vê yekê em çiqas rêxistinkirî bin, em ewqas hene.  

'JINEKE BI TENÊ JÎ DIVÊ BÊPARASTIN NEMÎNE'

Di vê demê de em dikarin sîstema hevbeş ya parastina jinan ava bikin. Tu jinek pêwîste bê parastin nemîne. Parastina cewherî, parastina rewa, mafê her ferdekî civakê ye. Hêza parastina jinan destkeftiyên şoreşê di warê siyasî û civakî de diparêze. Niha dema wê ye ku, her jinek xwe berpirsyar bibîne û ji bo avakirina sîstema parastina hevbeş, tekoşîn bike. 

Rêber Apo di tekoşîna xwe ya 50 salan de, her dem giringî da tekoşîn, rêxistin û parastina jinê. Azadiya jinê, kir bingehê hemû azadiyan. Ji bo wê jî îro jin bi rêxistinkirina xwe, bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve li derdora ramanên Rêber Apo bûne xelek. Carek din jinan bi yek dengî li Kurdistan û dervayî welat, bi dengekî bilind diruşma ‘JIN, JIYAN,AZADÎ’ ve dan teqezkirin ku wê pergala Îmralî bi fikrên azadîxwaz ya jinan ve were hilwaşandin. Li ser vî bingehî, em weke tevgera jin ya birêxistinkirî KJAR, xwe li ber rêxistin kirin, hevgirtin û parastina jinan de berpirsyar dibînin. Bi avakirina sîstema konfedralîzma demokratîk, berxwedan û tekoşîna jinan himbêz dikin. Di hemû qadên jiyanê de, li ser esasê hevgirtina jinan, rêxistinê berfireh dikin û heya azadiya jin û gelan, hemû qadên jiyanê dikin tekoşîn. Ji bo wê em weke KJAR kampanya bi navê ‘DEMA PARASTINA ŞOREŞA JINÊ YE’ dest pê dikin. Jinan bi diruşma ‘JIN, JIYAN,AZADÎ’ ve şoreşa azadiyê îlan kirin û bedela wê bi canê xwe didin. Em jî weke KJAR erka xwe ya sereke dibînin ku bi xalên ku me di jor de dan diyar kirin, kampanya  parastina şoreşa jinê, îlan bikin. Li ser vî bingehî, tekoşînê daxin hemû mal, kolan û meyîdanan. Her wiha em bangî hemû jinên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku, werin em tekoşînê bilind bikin, şoreşa jinan û gelan biparêzên."