Li Nîgde û Amedê qetlîamên jinan
Li Nîgdeyê jina bi navê Kîraz Buyuksaraç ji aliyê Mehmet Buyuksaraç ê pê re li ber hevberdanê bû ve hat qetilkirin. Li Amedê Emrah Başegmez ê Esma Başegmez piştî hevberdana bi sê mehan qetil kir.
Li Nîgdeyê jina bi navê Kîraz Buyuksaraç ji aliyê Mehmet Buyuksaraç ê pê re li ber hevberdanê bû ve hat qetilkirin. Li Amedê Emrah Başegmez ê Esma Başegmez piştî hevberdana bi sê mehan qetil kir.
Li Nîgdeyê mêrê bi navê Mehmet Buyuksaraç, Kîraz Buyuksaraç a pê re li ber hevberdanê bû qetil kir.
Kîraz Buyuksaraç a bi ambûlansê birin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Zanîngeha Omer Halîsdemîr, tevî ku hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Mehmet Buyuksaraç ê piştî bûyerê hat destgîrkirin, ji aliyê dadgeha sewqê wê hat kirin ve hat girtin.
AMED
Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jî Emrah Başegmez ê Esma Başegmez a 3 meh berê hev berdabûn qetil kir, hat girtin.