Çalakiyên Jîna Emînî: Em ê serî li ber zilmkaran netewînin

Li gelek navendan jin ji bo Jîna Emînî daketin qadan û gotin: “Di vê sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve diçin de, bêyî serî li ber rejîmên zilmkar xwar bikin, em ê bi têkoşîna xwe cîhaneke bikarin bi azadî lê bijîn ava bikin.“

Li gelek navendan jin ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li Îranê hat qetilkirin, daketin qadan.

ENQERE

Platforma Jinan a Enqereyê, li ser Rêya Sakaryayê hatin ba hev. Lê polîs nehişt platform daxuyaniyê bide û 9 jin destgîr kirin. Tevî êrîş û destgîrkirinê, jina bi berzkirina dirûşma “Jin jiyan azadî“ ber bi Kolana Yukselê ve dest bi meşê kir. Dema êrîş û destgîrkirinê ya polîsan, jinekê got: “Hûn dest di çalakiyên dînbaz û paşverûyan de wernadin lê êrîşê me dikin.“

Jinan, pankarta li ser “Piştevaniya jinan sînornenas e“ hilda, polîsan pankart çirand û cardin êrîş kir. Gava êrîşê Ebrû Ozel a şêwirmenda Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzelê li wesayîta polîsan hat siwarkirin û cardin hat berdan.  Polîsan hewil da ku nehêlin rojnamevan dîmenên çalakiyê bikişîn.

Jinan tevî şiliya li bajêr, li çalakiya xwe dewam kir û li ser Rêya Meşrûtiyetê daxuyanî da. Herî dawî komeke jin a çû Yekîtiya Mulkiyeyiyan û daxuyaniyeke kurt li vir dan. Jinan destnîşan kir ku ew ê dengê xwe ji bo Jîna Emînî derbixin.

Hat diyarkirin ku 4 jinên Îranî yên di çalakiyê de hatine destgîrkirin, piştî kar û barê xwe wê bişînin Navenda Vegerandinê.

MERSÎN

Platforma Jinan a Mersînê, li Kuçeya Alanyayê daxuyanî da.

Jinan dirûşmên “Jin jiyan azadî“, “Jinên qetilkirî, serhildana me ne“ berz kirin, ji xeynî wêneyê Jîna Emînî pankartê li ser “Em tev Jîna Emînî ne“ nivîsandî, hilda. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kûrtûlan jî tev li çalakiyê bû. Ceren Înan a di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ji roja berxwedan dest pê kiriye heta bi niha zêdeyê 200 kesan hatine qetilkirin û herî kêm 5 hezar kes hatine girtin.

Înan destnîşan kir ku Tirkiye, ne dûrê Îranê ye û wiha got: “Em polîtîkayên dijminane yên rejîma Îslama Siyasî yên li ser jiyan, maf û bedena me, ji polîtîkayên dijminane yên li dijî jinan ên rejîma Îranê ya olperest a faşîst nas dikin. Hêza herîm mezin ku xwe ker nake, taetê nake dîsa jin in. Hêza me ya serobinokirina şideta mêr a exlaqê li me tê ferzkirin heye.  Em ê îro li Îranê sibehê li her dera cîhanê bihejînin.“

Piştî daxuyaniyê, jinan, porê xwe birî û piştgiriya ji bo berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê diyar kir. Çalakî, bi straneke bi Erebî bi dawî bû.

EDENE

Platforma Jinan a Edeneyê, bi daxuyaniya ku li ber Parka Heykellî da, piştgiriya berxwedana li Îran û Rojhilat kir. Di daxuyaniyê de wêneyên Jîna Emînî hatin hilgirtin û jinên Îranî jî yên li bajêr, tev li çalakiyê bûn. Jinên Îranî, dowîzên li ser “Em ne Komara Îslamî ya Îranê ne, em Îran in” û “Jin, jiyan, azadî” hatibûn nivîsîn, hilgirtin û bi axaftinên Farisî bertekên xwe raber kirin.

Di daxuyaniyê de bê navber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Yek ji jinên Îranî Faezeh Mînaeî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Êdî bi milyonan kes li cîhanê, bi gelên Îranê re ne û jin dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’ berz dikin. Ev yekîtî û îtiraza ku belav bûye, desthilatdariya faşîst û hilweşiyayî hejandiye, gelên îranê, rêya xelasbûna ji koletî û zilmê vekirine.”

Masha Nasîmdoûst a Îranî jî qala çalakiyên li Îranê dewam dikin kir û banga piştevaniyê ji bo berxwedana li Îranê kir.

Piştre Derya Çîçek Nar daxuyanî da û diyar kir ku qetilkirina Emînî li hemû cîhanê hêrsa jinan rakir. Nar destnîşan kir ku ew polîtîkayên dijminahiya jinê ya Îslama siyasî, ji rejîma molla ya Îranê nas dikin û ev bang kir: “Em li Îranê, Tirkiyeyê û her derê azadiyê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê jinên Îranî stranên Farisî gotin. Di wê navberê de jineke Îranî ji ser hişê xwe çû. Jinan çalakî bi birîna porên xwe, bi dawî kir.

HATAY

Li Hatayê Jin Bi Hev Re Bi Hêz in li Koprubaşiyê daxuyanî dan. Jin li qada Kunefeciyan hatin ba hev û ji vir ber bi Koprubaşiyê meşiyan. Dîlara Kasû li ser navê jinan daxuyanî da û wiha got: “Em îro li vê qadê ne, ji ber ku raperîna me gelek mezin e, raperîn me niha li çar aliyên cîhanê deng vedide. Jîna Emînî berî 16 rojan li Îranê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Raperîna jinên ku ev 16 roj in li Îranê kolan bi kolan raperînê mezin dikin, tevî hemû êrîşan bi hêrsa xwe qadan ji şerîatvanan re teng dikin, raperîna me ye. Em ê bi têkoşîna xwe cîhanek a bêyî ku em rastî zext û zoriyan bên, bi awayekê azad lê bijîn, ava bikin.”

COLEMÊRG

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê, ji bo Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin, li ber avahiya HDP’ê ya Bajar daxuyanî dan çapemeniyê û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê yên jin jî di nav de gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Di sedsala ku jin ber bi serkeftinê ve dimeşin em ê serî li ber dîktatoran netewînin" hat vekirin û dowîzên wêneyên jina Jîna Emînî li ser wan û darên ku porê jinan bi wan ve hatibûn zeliqandin hat hilgirtin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Navendî ya Colemêrgê Sînem Seven, li ser navê çalakvanan daxuyaniya hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku rejîm û hêzên wê yên ku dibînin desthilatdariya wan diheje êrîşî jinan û têkoşîna wan dikin û wiha got: "Hewil didin pêşiya jinên berxwedêr bigirin. Lê belê divê baş bê zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan nayê bindestkirin û astengkirin. Careke din silav li jinên ku li hemû qadên cîhanê têkoşîna jinan bilind dikin û li Îranê li berxwe didin dikim."

Piştî daxuyaniyê jinan li dijî zextên li ser jinan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Jinan" berz kirin û stranên “ez xelef im" û "Tu kî yî" gotin.