Li Ewropayê jin ji bo Jîna Emînî meşiyan

Bi hezaran jin ji bo piştgirîdayîna xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li gelek navendên Ewropayê hatin ba hev û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Bi pêşengiya rêxistinên jinên Kurd ji bo piştgirîdayîna serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin û piştre veguherî dijberiya li hemberî pergala zextkar, li gelek navendên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin.

FRANKFÛRT

Li navenda Romerberg a bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, bi pêşengiya jinên Kurd ji bo pişrgirîdayîn serhildanên gel ên bi qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin, mîtîng hat lidarxistin.

Mîtînga ku bi pêşengiya PAJK, KODAR û KJAR’ê hat lidarxistin, ji bo bîranîna kesên hatin qetilkirin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di mîtîngê de belavokên bi zimanê Kurdî, Farisî û Elmanî hatin xwendin û di axaftinên hatin kirin de, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Awûstûralyayê, bi pêşengiya Koordînasyona Piştevaniya bi Jîna Emînî re û Komîsyona Ciwanan a DTKM a Sydneyê çalakî hat lidarxistin. Gelek saziyên femînîst û partiyên siyasî piştgirî dan çalakiyê.

Çalakî bi stranên berxwedanê yên Îranê di saet 16.00’an de li Parka Belmore a Sydneyê destpê kir. Di çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin û dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin.

Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Em femînîst bi dengek bilind û zelal, piştevaniya jinan a beriya 15 rojan piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir silav dikin. Raperîna gel dewleta Îranê xist fikarê. Em weke li her derê cîhanê li Îranê jî qebûl nakin ku jin bi taybetî bi zorê xwe bipêçin.”

Her wiha ji Serokwezîrê Awûstûralyayê Anthony Albanese û hikûmetê hat xwestin ku dawî li bêdengiya xwe bînin û zexta li Îranê şermezar bikin.

Tevgerên jinan bang kirin ku ji bo dawî anîna zexta li Îranê dviê piştevaniya navneteweyî bi girseyî bê pêşxistin û têkoşîna li hemberî dîktatoran bê geşkirin

Hevberdevkên Komîsyona Ciwanan Zeynep Dîlok û Baran Pazarcik jî diyar kirin ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di nava têkoşînek 40 salan de ye û destnîşan kirin ku niha jî bûye sembola daxwaza hemû gelan a bi hev re azad jiyînê.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

OSLO

Li paytexta Norveç û Osloyê jî bi hezaran Kurdistanî, Îranî û Norveçî ji bo piştgiriya serhildanên gelên Rojhilat û Îranê, îro jî çalakî xwe domandin. Çalakiya ku li ber avahiya Meclîsa Norveçê di bin baranê de hat lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre gelek parlamenterên Norveçî û nûnerên rêxistinan axivîn û ji bo gelê Kurd û Îranê peyama piştevaniyê dan.

Hemû partî, kom û rêxistinên Rojhilatî bi flamayên xwe tevlî çalakiya girseyî bûn û ev yek jî bal dikişand. Girseyê bi yek denî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bimire dîktator” berz kirin.

BERLÎN

Bi hezaran jin ji bo piştgiriyê bidin xwepêşandanên civakî yên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, li paytexta Elmanya Berlînê meşiyan.

Meclîsa Jinan a Dest-Dan a Berlînê, Tevgerên Jinan ên Elman û Îranî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Girse li Oranîenplatz a Berlînê hat ba hev.

Jinên ku di saet 15.00’an de hatin ba hev, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî/ Women, Lîfe, Freedom” a ku sembola têkoşîna azadiya jinan e û bi dirûşmeya “Ji bo hemû kesê maf û azadiyên bingehîn” dest bi meşê kirin. Jin heta qadên Oranîenplatz, OranîenstraBe, Morîtzplatz, Heînrîch- Heîne- StraBe, Jannonwîtzbrucke, Stralaûer StraBe, JudenstraBe, GrûnerstraBe, Spandaûer StraBe, RathaûsstraBe, SchloBplatz û Freîflache vor ESMT Berlînê meşiyan.

Di meşa ku di bin barana zêde de hat kirin de dirûşmeyên “Sara, Rojbîn, Ronahî, jin, jiyan azadî”, “Bijî berxwedana jinan” û “Her der Rojhilat, her der serhildan” hatin berzkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi banga Meclîsa Jinan a Rojbînê, bi hezaran kes ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî û silavkirina serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê meşiyan.

Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hambûrgê, bi şiara ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘’polîsên exlaq’’ ve li Îranê û silavkirina berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Hambûrg Haûptbahnhofê daxuyanî da çapemeniyê. Meclîsa Gel a Hambûrgê, Hêzên Enternasyonalîst ên Elman, saziyên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan, di çalakiyê de pankarta li ser ‘’Jin, jiyan, azadî’’ nivîsandî û wêneyên Jîna Emînî hildan. Bi Kurdî, Farisî û Elmanî dirûşmeyên ‘’Jin, jiyan, azadî’’, ‘’Şehîd namirin’’ û ‘’Bimire dîktator’’ berz kirin û alên KJAR û Rojhilatê Kurdistanê û wêneyên Qazî Mihemed hildan.

Medya Rojhilat a li ser navê Meclîsa Jinan a Rojbînê di çalakiyê de axivî, berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê silav kir. Medya Rojhilat diyar kir ku divê gel li dora berxwedanê kom bibin û wiha got: ‘’Jin, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dibin çirûskên destpêkê yên şoreşê. Divê mirov li vê berxwedanê bibe xwedî. Dirûşmeya “jin, jiyan, azadî’’, li hêviya hemû jinên cîhanê ye. Em li dijî polîtîkayên qirkirinê yên rejîma Îranê hêviya xwe ya berxwedanê geş bikin. Em vê rejîma kujer hilweşînin.’’

Salah Hosseinpoûr, wiha got: ‘’Banga me li gelên Kurdistan û Îranê ye. Bila xwedî li berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê derkevin. Bila gelê me dakeve qadan. Îro roja berxwedanê ye.’’

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan û gotina stranan li Hauptbahnhof Gänsemarktê bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi dirûşmeya ‘’Jin, jiyan, azadî’’ ji bo piştevaniya bi jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, bi sedan kes daketin qadan.

Girseya ku bi bi pêşengiya PJAK û KJAR’ê hat ba hev, peyamên xwe yên ji bo piştevaniyê bi Kurdî, Farisî, Îngilizî û Flemenî ragihandin. Di çalakiyê de dirûşmeyên li dijî rejîma Îranê hatin berzkirin. Ji bo azadiya jinên Kurdistan û Îranê banga têkoşînê li her derê hat kirin.