KESK: Pergala ji tayê porê bitirse wê hilweşe

Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê ku qetilkirina Jîna Emînî li ber Konsolosxaneya Îranê protesto kir û gotin: “Pergala ji tayê porê bitirse, wê ji aliyê jinan ve bê hilweşandin.“

Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê, qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li ber Konsolosxaneya Îranê protesto kir. Polîsan dor li çalakgeran girt. Jinan pankartên li ser “Em li her derê li ber xwe didin“ nivîsandî hilda û bêyî navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî“ , “Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin“ berz kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Stenbolê Bîrcan Dal daxuyanî xwend û bi bîr xist ku ji zû de ye jin li ber zextên dewleta Îranê radibin.

Dal destnîşan kir ku rejîma Îranê xwe çiqas tund û tûj dike jin jî ewqas zêde têdikoşin û wiha got: “Piştî qetilkirina Jînayê bi pêşengiya jinan çalakî li çar aliyê Îranê hatin lidarxistin. Hêzên rejîma Îranê bi dehan çalakger qetil kirin, bi sedan girtin. Em êrîşên dewleta Îranê yên li dijî berxwedana rewa ya gelê Îranê û jinan şermezar dikin.“

Dal anî ziman ku jin encax bi têkoşîn û berxwedana dikarin ji pergala zilamsalariyê rizgar bibin û wiha dawî kir: “Pergala ji tayê porê jinan bitirse, wê dawiya dawîn hilweşe. Em wek jinên KESK’î bi xwişkên xwe yên li Îranê re ne ku bi wêrekî li dijî yasayên zayendperest û neyarê jinan ên rejîma li Îranê dengê xwe bilind dikin. Bila hemû jinên li Tirkiyeyê li vê berxwedanê bibin xwedî.“

Çalakî bi berzkirina dirûşima “Jin, jiyan, azadî“ bi dawî bû.