Kongreya Star êrîşa li Efganistanê şermezar kir

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star êrîşa li dibistaneke Kabûlê şermezar kir ku 32 zarok hatin qetilkirin û bang li UNICEF û hêzên pêwendîdar kir ku jiyaneke bi ewle ji zarokên Efgan re biafirînin.

Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star, teqîna li paytexta Efganistan Kabûlê bi tundî şermezark ir ku di encamê de 32 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Di daxuyaniyê de işaret bi êş û azara giran a gelên Efganistanê ya di bin desthilatdariya Talîbanê de hate kirin û hate ragihandin ku siyaseteke giran a bi hişmendiya olperestiyê li wan tê ferzkirin.

Kongreya Star diyar kir ku ev yek di gelek bûyeran de tê dîtin ku teqînek li navenda paytext Kabûlê li dibistanekê pêk hat û di encamê de zêdeyî 32 zarok hatin kuştin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Bi navê Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star vê bûyerê şermezar dikin ku di sedsala 21'ê de zarok bêewle ne û ji perwerdeya xwe bêpar dimînin. Banga me li UNICEF ye ku mafê zarokan yê jiyan û perwerdekirin biparêzin. Ev yek jî tenê bi rûniştandina sîstemeke bi ewle, dûrî şer û qirkirinê dibe. Her wiha em berpirsiyariya vê yekê didin ser milê dewletên navneteweyî ku her dibin sedema gurkirina şer û ji bo aştiyê tu hewildan û çareserî tune ne."