YPJ'ê nasnameya 2 şehîdan ragihand

YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyê 2 şehîdan ragihand û got: “Di nava refên têkoşînê de her şehadeta çêdibe soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.“

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya Berîtan Dersim û Roj Avaşîn ên di demên cuda de şehîd bûne eşkere kirin.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hat gotin:

“Şoreşa Rojava ku bi berdêla gelek giyanên delal hat avakirin, her roj mezintir dibe. Rexmê hemû êrîşên heyî jî nifşên ku di nava şoreşê de mezin dibin, ref bi ref berê xwe didin nava têkoşîna azadiyê û xwedî li şoreşa mirovahiyê derdikevin. Pergala modernîteya kapîtalîst bi taybetî hewil dide ku ciwanan bê pêşeroj bihêle, lê cardin li dijî vê pergala qirker ku yên herî zêde xwedî helwest in jî jinên ciwan in. Helbet ev rastiya ku diqewime, hêviya serkeftinê mezintir dike. Cardin diyar dibe ku wê bi ked û têkoşîna jinên ku dilê wan ji bo têkoşîna azadiyê lê dide, azadiya mirovahiyê mayînde bibe.

Hevrêyên me Bêrîtan Dersim û Roj Avaşîn di demên cuda de dema bi erka xwe radibûn gihîştin asta şahadetê. Em hevrêyên xwe Bêrîtan Dersim û Roj Avaşîn bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan re  dixwazin. Di nava refên têkoşînê de her şehadeta ku çêdibe soza me ya tolhildanê û serkeftinê bilindtir dike.

Hevrê Bêrîtan Dersim bi nasnav Nermîn Sino, di nava malbateke welatparêz de mezin dibe û ji bo mîsogerkirina azadiya welat berê xwe dide nava refên têkoşînê. Hevrê Bêrîtan jî yek ji wan hevrêyên me yên peşeng bû ku di temenê xwe yê ciwan de bi sekina xwe, di dilê hevalên xwe de cihê xwe çêkir.  Hevrê Bêrîtan di sala 2019’an de dema ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir de, weke helwesteke li dijî vê dagirkeriyê berê xwe da nava refên azadiyê. Ev sekina hevrê Bêrîtan li dijî dagirkeriya artêşa Tirk bersivek e. Bi vê sekina xwe ya dilwêrek di her kêliya jiyana şoreşgeriyê de, li wateya hebûna jina azad geriya û hemû erkên ku ketin ser milên wê pêk anîn.

Hevrêya me Roj Avaşîn bi nasnav Rîhan Biro jî bi sekina xwe ye fedakar di nava hevrêyên xwe de her tim mînak bû. Hevrê Roj jî di sala 2019’an de berê xwe da nava refên azadiyê. Di demeke kurt de fêrî jiyana şoreşgeriyê bû û ji bo avakirina civakeke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ked û tekoşîneke mezin da. Weke zarokên şoreşa jinê li dijî şoreşa gelan xwe berpirsyar dît û bi vê armancê di ber rêya azadiya gelan de bû cangorî.

Em cardin hevrêyên xwe Bêrîtan Dersîm û Roj Avaşîn bi rêzdarî û minet bi bîr tinin. Di serî de ji malbata hevrêyên xwe re û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û em ê tu caran rê nedin dagirkeran. Ji bo em bibin hevrêyên rast ên cangoriyên vê axê em soz didin ku em ê azadî û serxwebûna welat mîsoger bikin.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Bêrîtan Dersim

Nav û Paşnav: Nermîn Sino

Dayik: Fatma

Bav: Salar

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa-04.05.2021

****

Nasnav: Roj Avaşin

Nav û Paşnav: Rihan Biro

Dayik: Rojin

Bav: Celal

Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn-29.06.2022.“