‘Em natirsin ji ber ku şiara me jin jiyan azadî ye‘

Jinên Frankfûrtî, bi pêşengiya Women Defend Rojava û Meclîsa Jinan Amarayê hatin ba hev. Lelom Ercument a Rojhilatî got: “Ji ber ku şiara me, ‘jin, jiyan azadî’ ye, em natirsin, em ê teqez bi ser bikevin.“

Jinên li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin ba hev, ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî û piştgiriya ji bo serhildana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li Paûlplatzê hatin ba hev. Jinên Kurd, Efxan, Faris û Elman tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bê navber dirîşmeya “Jin, jiyan, azadî“ hat berzkirin. Li ser navê Women Defend Rojava danezan hat xwendin. Di danezanê de berxwedana jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin û ev tişt hatin gotin: “Jîna Emînî, dengê hemû jinan e, peyrewa têkoşîna jinên Kurd e. Lewma divê mirov jinên Kurd ji bîr neke. Bi çekên ku welatên Ewropayê dişînin, li Kurdistanê mirov tên qetilkirin. Divê li dijî vê pergala kapîtalîst em bi hev re tevbigerin. Ji wê boneyê divê em şiara ‘Jin, jiyan, azadî’ li dijî pergala mêrserwer li her derê biqîrin.“ 

Li ser navê Komîteya 8’ê Adarê aktîvîsta Efxan Wajîba Qanî jî axivî û got: “Jinên Rojhilata Navîn, bi taybetî yên Efxan û Îranî di bin zext pêkûtiyên van rejîmên dîktator de ne. Tu mafekê jinan nîn e. Bi van tiştên ku diqewimin bûye ku êdî kes ji Îslamiyetê bawer nake. Çimkî ev tişt tev li ser navê Îslamiyetê tên kirin. Tirsê li ser jinan çêdikin da ku civakê bikin dîl bigirin. Jin ji Qabîlê ta bi Tehranê li ber xwe didin.“

Aktîvîsta jin Lelom Ercument a ji Rojhilatê Kurdistanê jî ev tişt got: “Em jinên Rojhilatî, 43 sal in di bin zext û pêkûtiyên vê pergalê de ne. Em vê jiyana bi koletî qebûl nakin. Em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe bi ser bikevin. Ji ber ku şiara me ‘Jin, jiyan, azadî’ ye em natirsin. Em ê teqez bi ser bikevin.“

Bi banga ku wê jin roja Şemiyê (1’ê Cotmehê) saet di 13.00’î de careke din li Romerê bên ba hev çalakî bi dawî bû.