Tevgera Jinên Kurd a Parîsê (TJK-F) bi tevgerên Jinan ên Fransî û Îranî re, bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” ji bo piştgiriya jinên Rojhilatî, li qada Repûblîqûe ya Parîsa paytexta Fransayê hatin ba hev û çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, Komeleya Jinên Îranî ya Demokratîk û Mala Jinan a Parîsê hat lidarxistin û gelek saziyên femînîst û partiyên siyasî piştgiriya çalakiyê kir. Rêvebirên Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê û rêvebirên şaredariya herêma 11’emîn û 19’emîn jî tev li çalakiyê bûn.
Çalakî, di saet 18.00’an de li qada Repûblîqûe ya Parîsê, bi stranên berxwedanê yên Îranê dest pê kir. TJK-F, Komeleya Jinên Demokratîk ên Îranî, Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, SOS Racîsme, MRAP, Sendîkaya Solîdaîres û gelek kesên bijartî, mafên axaftinê girtin.
Di çalakiya ku bê navber dirûşmeya “Jin jiyan azad” dihat berzkirin de wiha hate gotin: “Em femînîst bi dengekê bilind û rengekê zelal, piştevaniya xwe ji bo jinên Îranî yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li gelek bajaran xwepêşandan kirin, diyar dikin.”
Tevgerên jinan gotin ku ew qebûl nakin ku li Îranê zexta xwe girtinê li jinan bê kirin û ji Macron xwestin ku hew xwe bêdeng bike û zexta li Îranê şermezar bike û bêdengiya hikûmetê jî şermezar kirin.
Tevgerên Jinan bang kirin ku ji bo zexta li Îranê bi dawî bibe, divê piştevaniya navneteweyî bi awayekê girseyî bê xurtkirin, têkoşîna li dijî dîktatoran bê geşkirin.
Berdevka Têkîliyên Derve ya CDK-F’ê Bêrîvan Firat jî diyar kir ku dirûşmeya “Jin jiyan azadî” di nava têkoşîna 40 salan de ye û destnîşan kir ku niha jî sembola daxwaza hemû gelan a bi hev re ya jiyînê ye.
Çalakî, piştî agahî dayîna êrîşên dewleta Îranê ya di nava 24 saetên dawîn de, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.