Li Ekvadorê ‘dewleta jinkuj’ hat protestokirin

Li Ekvadorê ku ji serê salê heta niha 206 jin hatine qetilkirin, bi sedan jinan çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Li Quîtoya paytexta Ekvadorê bi sedan jin derketin qadan û femînîsîd (qetilkirina jinan) protesto kirin. Qetilkirina jin û zarokên keç ji ber ku jin û zarokên keç in wek “femînîsîd“ tê pênasekirin. Çalakgeran, dowîzên li ser “Li min baş binihêre, qurbanê bi pişt re dibe ku ez bim“ hildan û bê navber dirûşma “Em dixwazin bijîn“’ berz kir.

Çalakî, bi şiara “Em li dijî jinkujiya dewletê bûn yek“ hat organîzekirin. Ekvador, bi qetilkirina parêzera bi navê Marîa Belen Bernal a 34 salî matmayî ma. Belen Bernal, 11’ê Îlonê ji Dibistana Bilind a Polîsan dertê ku biçe serdana hevserê xwe German Caceres û gava vedigere winda dibe û hisa Caceres jî nayê. Di der barê vê bûyerê de Serokkomarê Ekvador Gûîllerno Lasso fermana kirina ji kar a du general û Wezîrê Karê Navxweyî Patrîcîo da.

Li gor rêxistineke civakî ya sivîl a çavdêriya tundiya zayendperest dike, ji serê salê heta bi niha 206 jin hatine qetilkirin. Buroya Serdozgeriyê ragihand ku ji sala 2014’an heta bi niha 573 jin hatine qetilkirin. Li Ekvadorê cezayê qetilkirina jinan 26 sal girtîgehe.