KJK’ê sersaxî ji bo Meredîth Tax xwest
Koordînasyona KJK’ê Meredîth Tax a ku dosta gelê Kurd e bi bîr anî û diyar kir di demên dijwar de ew bi gelê Kurd re bû.
Koordînasyona KJK’ê Meredîth Tax a ku dosta gelê Kurd e bi bîr anî û diyar kir di demên dijwar de ew bi gelê Kurd re bû.
Koordînasyona KJK’ê ji bo çalakvana femînîst a çepgir Meredîth Tax peyameke sersaxiyê weşand.
Di peyama nivîskî ya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 25’ê Îlona 2022’an de dosta me ya hêja Meredîth Tax a ku demeke dirêj ji ber penceşerê tedawî dibû, jiyana xwe ji dest da. Wefata wê jin di serî de ji bo hemû mirovayetiyê windahiyeke mezin e. Em wekî Tevgera Jinên Kurdistanê sersaxiyê ji malbata wê û dostên wê re dixwazin. Em ê wê wekî dosteke xwe ya hêja û dînamîkeke pêşeng a têkoşîna femînîst di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”
‘BI ZANATÎ Û TÊKOŞÎNÊ JIYA’
Di temenê xwe yê 80 salî de bi zanatî û têkoşînê jiya ku ev tişt dibe qismetê gelek kêm kesan. Di temamê jiyana xwe de girêdana wê ya bi femînîzma radîkal qet nehejiya. Bi xebatên xwe wê tevkarî li teoriya femînîst kir û di heman demê de eleqe nîşanî têkoşînan jinan a li dinyayê kir. Wê bi nêzikatiya xwe ya azadiya jinan, ji bo ku têkoşînên jinan ên li derên cihê yên dinyayê fêm bike û bide nasandin, bi kûrahî xebitî. Bi lêkolînên xwe yên zayendiya civakî, tevkariyên girîng li teoriya femînîst kir. Di têkoşîna jinan de bû xwediyê kedeke domdar. Li Emerîkayê bû endama damezirîner a komeleyeke ku ji bo mafê kurtajê dixebitî. Di salên dawîn de wê bi xwe jî îfade kiribû ku nêrîna wê ya femînîst bi naskirina tevgera jinên Kurd re kûrtir bûbû. Di têkoşîna azadbûnê de wê jinên li her dera dinyayê tu carî Meredîth Tax ji bîr nekin, wê her dem di têkoşîna xwe de wê bi bîr bînin. Ji ber ku wê ev tişt heq kiribû.
Ew bi qasî ku çalakvaneke femînîst a çepgir bû, ew rewşenbîr û nivîskareke wisa bû ku hesta wê ya berpirsyariya civakî xurt bû. Wê fikrên xwe yên ji dilê xwe yê mezin ava kiribû di sedan gotar û pirtûkan diyarî me jinan û mirovayetiyê kir. Dema ku dinivîsand jî ji bo ku di qada wêjeyê de tevlêbûna jinan pêk bîne, têkoşiya. Tevî hevalên xwe yên têkoşînê Komeleya Dinyaya Jinan, piştgirî da jinên nivîskar. Wê hemû qadên ku ew lê bi bandor bû, veguherand qada têkoşînê. Ev tişt jî diyar dike ku hevala me ya hêja, hevrê û xwişka me sînorên zanatiyê biriye asta herî jor wê di tu qonaxa temenê xwe de qîma xwe bi tiştên heyî neanî, wê her dem tarzên fikr û jiyanê ku newekhevî hebû rexne kir.
‘LI HEMBERÎ FAŞÎZMÊ BÛ XWEDIYÊ HELWEST Û ÇALAKIYÊ’
Bi qasî ku li hemberî pirsgirêkên civakî hestiyar bû, wê di rexneya pergalê de jî xwe neda alî. Di serî de pirsgirêka jinan, pirsgirêka kedê, pirsgirêka xweza û avhewayê, şer û hilweşandinê jî tu carî bêdeng nema. Bi qasî ku li hemberî desthilatdariya Trûmp têkoşiya, wê li hemberî pêla faşîzma desthilatdariya Recep Tayyip Erdogan jî çalakî kir û bêdeng nema. Wê bi nivîsên xwe, di konferans û semînerên xwe de bi axaftin û çalakiyên xwe helwesta xwe ya li hemberî bêedaletiyê her dem bi awayekî radîkal meşand. Bi vê helwesta xwe wê cihê xwe yê di nav dilê gel û jinan de, mezintir kiriye. Bi vê karaktera xwe wê nîşan daye bi qasî ku têkoşereke femînîst a radîkal e, ew şervaneke rastîn û jîr a demokrasiyê ye. Wê têkiliya çerxên zext û mêtingeriyê ya bi hev re dîtiye û fêm kiriye ku divê têkoşîna li hemberî vî tiştî jî girêdayî hev bin. Wê diyar dikir ku têkoşîna femînîst nabe ku ji têkoşîna çînî were veqetandin. Wê her dem israr dikir ku divê jin li hemberî vê parçebûna li ser esasê mêtingeriyê bibin yek û wê bi pratîka xwe xizmeta vî tiştî kir.
Ew wekî enternasyonalîsteke mezin, hevgirtina di nav jinan de û têkoşîna bi hev re tu carî neda sekinandin û ev tişt îxmal nekir. Ji bo wê lêkolîna li ser têkoşînên jinan, nivîsandina li ser vî tiştî û danasîna wê, bûye yek ji xebata herî girîng e.
‘DI DEMÊN DIJWAR DE BI GELÊ KURD RE BÛ’
Jinên Kurd di sala 2014’an de dema ku li Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê şer kir, vê bûyera dîrokî bala wê kişandiye ser Rojava û ji wê dîrokê heta niha wê têkilî û girêdana xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd domandiye. Ew wekî femînîst jixwe wê nakokî bûya ku bala wê ne li ser şoreşa jinan bûya ya ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya tevgera jinên Kurd hatibû destpêkirin. Heyecana wê ya ji bo şoreşa jinan a Rojava, berê wê daye vî tiştî ku ew tevgera jinên Kurd ji nêz ve nas bike. Bi pirtûkên xwe yên li ser têkoşîna jinên Kurd, wê qala rêxistinbûna xweser a jinan û girîngiya pergala jinan destnîşan kiriye.
Wê her dem diyar dikir ku ji bo şoreşeke navenda wê têkoşîna azadiyê ya jinan be, mînaka Rojava mirov têr dike. Wê li ser dîroka tevgera jinên Kurd lêkolîn kir, li ser diyalektîkta pêşveçûnê hûr bû. Bi van lêkolînên xwe, wê xwe qanih kiriye ku hêza sereke ya şoreşa azadiya Kurdan têkoşîna jinan e. Ji ber ku wê bawerî pê dianî ku divê ev destkeftî were parastin, wê tevgera jinên Kurd bi awayekî devkî û nivîskî dida nasandin, ji bo ku komîteyên ‘Defend Rojava’ li Emerîkaya Bakur were rêxistinkirin, pêşengtî kiriye. Ew her dem bi welatê me, gelê me û bi me jinan re bû. Bi vê helwesta xwe ya mêrxasî, hezkirin û hurmeta me bi dest xistiye.
Li hemberî êrîşên li ser têkoşîna azadiyê ya Kurdan têkoşiya. Li dijî êrîşên li ser gelê Kurd bi taybetî jî li ser jinên Kurd kete nava liv û tevgerê û êş û zehmetiyê me parve kir. Dema ku ev dikir jî şer û êrîşên li se gelê Kurd bi taybetî jî li hemberî jinên Kurd timî rexne kir. Di salên dawî yên temenê xwe de hem di nivîsên xwe de hem jî di çalakiyan de nîşan da ku piştgiriya gel û jinên Kurd dike. Anî ziman ku wê gelekî sûd ji têkoşîna jinên Kurd wergirtiye û pêşniyar li hemû hêz û derdorên femînîst kir ku ji tecrûbeyên me sûdê werbigirin. Bêguman dilsoziya dosta me Meredîth Tax a ji bo jinên Kurd ji bo me bû cihê dilsozî û hurmeta li wê. Bi keda xwe, bi fikrên xwe yên azadîparêz û kesayetiya xwe ya wêrek a ku xwe ji têkoşînê nedida alî, li tevahiya cîhanê jinên ku dilê wan ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê lê dide ronî kir. Em ê di nava têkoşîna xwe de xwedî li wî dilê te yê azadîparêz derkevin. Em ê jiyana azad, wekhev, demokratîk, dûrî ji zext, zilm û serweriyê, jiyana ekolojîk a ku hesreta te bû ava bikin û bi dostaniya jinê ya ku sînorê serweriyê qebûl nake, bersivê bidin.
Di vê pêvajoyê de koçkirina miroveke mezin a mîna Meredith windahiyeke mezin e ku xwedî hesteke xurt a berpirsyariyê, fikir û çalakiyên wê yek bû. Di pêvajoyekê de ku pêwîstî bi jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya jinê heye, jidestdana dost û hevrêyeke mîna Meredît ji bo me êşeke giran e. Jinên Kurd jî ji fikrên wê, helwesta wê ya wêrek, kesayetiya wê ya enternasyonalîst a ji dil, rêbaza xwe ya li dijî fikrê serwerî, zayendîperestî û patrîakal, ji rexneyên wê yên radîkal wên li dijî vê rêbazê, her tim sûd wergirtin.
Wefata dosta me, hevrêya me, xwişka me Meredîth Tax ji bo me windahiyeke mezin e. Gel û jinên Kurd ew ji bîr nekir û ew ê ti carî ji bîr nekin. Jinên Kurd her roj her saetê wê di nava têkoşîna xwe de wê li gel xwe bibînin, hest û hesreta wê timî hilgirin.
Hevrêya me Meredîth di cîhanîbûna tevgera jinên Kurd de xwedî kedeke girîng bû. Em soz didin wê ku têkoşîna xwe ya ji bo cîhaneke azad a ji her kesî re teqez bi ser bixînin. Li ser vê bingehê weke tevgera jinên Kurd ji ber wefata wê xemgînin û sersaxiyê ji malbata wê, dostên wê yên nêz, hezkiriyên wê û ji jinan hemûyan re sersaxiyê dixwazin."