Li Kîel, Nurnberg û Hannoverê dewleta Îranê hate şermezarkirin

Di çalakiyên ji bo piştgirîdayîna protestoyên ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirin û dikeve hefteya 3’emîn de, wiha hate gotin: “Divê azadiya jinê, sînoran derbas bike.”

Li bajarên Kîel, Nurnberg û Hannover ên Elmanyayê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hate protestokirin û piştgirî dan têkoşîna ku bi pêşengiya jinan didome.

KÎEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê bi dehan Kurdistanî û dostên wan ên Elman, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana gel a li Îran û Rojhilat meşek lidar xistin.

Girse li ber Îstasyona Trenê ya Navenda Kîelê kom bûn û qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve protesto kir.

Çalakî ji aliyê Jiyan Jin a Kîelê, Kurdistan Solîdarîst, Defend Kurdistan ve hate organîzekirin. Dîe Lînke, Weqfa Rosa Luxembûrg û Komeleya Elewiyan a Kîelê jî tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên li ser navê Kurdistan Solîdarîst û Defend Kurdistan hatin kirin de hate gotin ku piştî dewleta Îranê Jîna Emînî qetil kir, li gelek cihan xwepêşandan destpê kirin û di wan xwepêşandan de zêdeyî 50 kes hatin qetilkirin, lê tevî vê yekê jî bi pêşengiya jinan têkoşîn geş dibe û didome û hate destnîşankirin ku divê dirûşmeya “Jin jiyan azadî” xwedî li têkoşîna Kurd derbikeve.

NURNBERG

Girseya ku li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê hat ba hev, qetilkirina Jîna Emînî li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve protesto kir.

Girseyê banga îstîfayê li rejîma Îranê kir. Dirûşmeyên “Kujer hikûmeta Îran” û “Jin wê bêdeng nemînin”, tilîlî û çepik tevahiya mîtîngê hatin domandin.

Di mîtîngê de “Bela Cîao” û muzîkên şoreşê yên Farisî jî hatin guhdarkirin û daxuyaniya sazî û rêxistinên şoreşger û Yekîtiya Jinan a Sosyalîst hate xwendin.

HANNOVER

Protestoyên ku bi êşkenceyê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê Îranê re destpê kirin, didomin. Dewleta Îranê di van protestoyan de gelek kes qetil kir û ev yek jî têrê nekir di rojên borî de, li Başûrê Kurdistanê dest bi bomberdûmana sivîlan kir. Ev yek li bajarê Hannoverê bi protestoyê hat pêşwazîkirin.

Kurd û dostên wan di saet 17.00’an de li ber Hannover Haûptbahnhofê hatin ba hev û piştî deqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiya protestoyê kirin.

Meclîsa Jinan a Ronahî, Meclîsa Gel a Hannover, Defend Kurdistan û Partiya Welatparêzên Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn û çalakî bi tevlêbûna Faris û dostên veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclîsa Gel a Hannoverê Cîvan Çewlîk wiha got: “Rêber Apo dibêje ‘Rizgariya civakê encax di civakekê ku têde azadiya jinê heye de dikare pêş bikeve’ û îro rewşa ku em têde ne tam ev e. Civakek ku her rengê jinên lê qedexe be, wê ji dervey tunebûnê negihîje tu encamek din. Em carek din Jîna Emînî ya ku nirxê hevpar a gelê Kurd û Faris e bi bîr tînin û soza domandina doza wê dubare dikin.”

Li ser navê Meclîsa Jinan a Ronahî jî Aliye axivî û got ku divê azadiya jinê sînoran derbas bike.

Girse piştî mîtîngê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî gerîla” dest bi meşê kirin.