Meşa dirêj li bajarê Creilê ye: Tevlî mîtînga Strasbourgê bibin

Meşa dirêj a ji bo azadiya Rêber Apo di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creilê ya Fransayê didome. Di meşê de bangawaziya mîtînga Strasbourgê ya 15'ê Sibatê hate kirin.

Meşa ku di çarçoveya ji Rêber Apo re azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de 21'ê Çileyê li bajarê Lorîentê ya Fransayê destpê kir, di roja xwe ya 16'emîn de li bajarê Creîl a Fransayê didome.

Çalakvanên meşê bi şaredariya herêmê Nogent-sur-Oise a Creilê Jean-François Dadenne re hevdîtîn pêk anîn û piştre meşa xwe domandin.

Çalakvanên ku li pêşiya şaredariya Nogent-sur-Oise ya ku li ser lokalê wê, 'Em li gel dostên xwe yên Kurd in' nivîsîbû meşa xwe dan destpê kirin. Di meşê de bênavber dirûşmeya, "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana QSD", Bijî Berxwedana Rojava" hatin avêtin. Çalakvan li ser rê ji gelê Fransayê re belavok belav kirin.

Berdevkê Partiya Komûnîst a Creilê Dailly Catherine jî çalakvanên li pêş şaredariyê re piştgiriya xwe anî ziman û daxuyaniyek da. Catherina anî ziman ku ew têkoşîna gelê Kurd ji nêz ve dişopînin û piştgirî didin. Catherina daxuyand ku ew azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê diparêzin.