Dadgeha Rojava ya Gelên Payîdar a li Zanîngeha Azad a Brukselê ku sûcên dewleta Tirk lê tên darizandin, di roja xwe ya duyemîn de li ser êrîşên li dijî rojnamevanan sekinî. Rojnamevanê Belçîkî Chris den Hond, ku bi salan e li Rojava rojnamevaniyê dike, diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk rojnamevanên li herêmê hedef digire. Terapîstê Elman Jakob Rin jî çadêriyên xwe yên têkildarî êrîşên li ser Bendava Tişrînê bi heyeta dadgehê re parve kirin.
‘ROJNAMEVANTIYA LI ROJAVA GELEKÎ ZEHMET E’
Li ser daxwaza dozgerên dadgehê, Rojnamevanê Belçîkî Chris den Hond, ku bi salan e li Rojava rojnamevaniyê dike, bi rêya vîdeoyê beşdarî dadgehê bû.
Den Hond diyar kir ku ew ji sala 2017’an ve ye li Rojava rojnamevantiyê dike û ev yek anîn ziman: ‘’Rojnamevantiya li Rojava bi rastî jî karekî gelekî zehmet e. Ji ber her roj em ji aliyên balafirên bêmirov ve tên hedefgirtin. Ev yek jî li pêşiya rojnamevantiyê astengiyeke pir mezin e. Gelek hempîşeyên min di encama van êrîşan de hatin qetilkirin. Di serî de Efrîn, Girê Spî û Kobanê li gelek deveran êrîş pêk hatin. Heya niha rojnamevan Delîl Egîd, Ihsan Abdullah, Mihemed Cerah, Mihemed Reso û gelek rojnamevanên din hatin qetilkirin. Her wiha gelek jî birîndar bûn.’’
‘CÎHAN LI HEMBERÎ QETILKIRINA ROJNAMEVANAN BÊDENG E’
Den Hond têkildarî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê jî ev yek anîn ziman: ‘’Herî dawiyê jî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî li derdora Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî qestî û plankirî hatin hedefgirtin û qetilkirin. Mixabin ku sazû û civaka navneteweyî li hemberî qetilkirina rojnamevanan bê deng man. Dewletên cîhanê li hemberî Tirkiyeya endamê NATO’yê bê deng man.’’
‘DEWLETA TIRK GELÊ KURD HEDEF DIGIRE’
Rojnamevan Hoşeng Heseng jî bi rêya Zoomê beşdarî dadgehê bû û Hesen bal kişand zexta li ser gelê Kurd û got: ‘’Rejîma BAAS’ê gelekî zext li gelê Kurd kir. Ji ber wê yekê du navên Kurdên li Sûriyeyê hene. Yek navê bi Kurdî ye, yê din jî navê bi Erebî yê pergala rejîmê. Li seranserê Sûriyeyê 250 hezar welatiyên Kurd bê nasname ne û ev yek hê jî berdewam dike.’’
Hesen di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Tevî ku di 8’ê Kanûna 2024’an de rejîma BAAS’ê hilweşiya jî zexta li ser gelêKurd hê jî berdewam dike. Şer û pevçûnên li herêmên Kurdan berdewaê dikin. Hêza ku van şer û pevçûnan didomîne, dewleta Tirk e. Vê yekê bi rêya komên îslamîst dike. Armanc jî ew e ku Kurdan dûrî desthilatdariya ku dê were avakirin, bigire. Ji ber vê yekê her roj êrîşan pêk tîne. Bi taybetî jî ev demek e li dijî Bendava Tişrînê êrîş tên kirin. Heya niha 40 kesî jiyana xwe ji dest dane. 150 welatî jî birîndar bûne. Armanca dewleta Tirk ew e ku naxwaze gelê Kurd li Sûriyeyê bibe xwedan statû.’’
‘DEWLETA TIRK LI TIŞRÎNÊ SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE’
Terapîstê Elman, Jakon Rin jî bi rêya Zoomê tevlî dadgehê bû çavdêriyên xwe yênli Bendava Tişrînê bi heyeta dadgehê re parve kirin. Rin diyar kir ku ew terapîst e û li gel destpêkirina pevçûnan ew li kampên penaberan xizmeta tenduristiyê dide û got: ‘’Bendava Tişrînê ji bo gelê li herêmê gelekî girîng e. Ji ber ku li wir av, ceyran û enerjî tên hilberandin. Hilweşîna bendavê tê wateya koçkirina bi sed hezar welatiyan. Ji ber vê yekê gel li wir nobetê digire û hewl dide êrîşan bide sekinandin. Ez bi xwe jî 17’ê Çileyê tevlî konvoyê bûm û çûm bendavê. Armanca min ragihandina rewşa li wir bû. Roja duyan dengê bobeyan hat. Çend metreyan dûrî min bombeyek teqiya. Ji bo girtina dîmenan min hewl da telefona xwe vekim lê belê ez jî ketin erdî. Êrîşek din pêk hat. Telefona min ji destê min firiya. Min lê nêrî ku xwîn ji serê min tê. Perçeyên şarampolê ketibûn çav,mil û pişta min. Her wiha li dijî ambûlansa ku ji bo birîndar dihat jî, êrîş pêk hat. Ji ber vê yekê ez du raojan dereng gihîştim nexweşxayê. Dewleta Tirk a niha li Bendava Tişrînê sûcê li dijî mirovahiyê dike. ‘’
Her wiha dîmenên êrîşan ên ji aliyê Jakop Rin ve hatine girtin, weke delîl ji heyeta dadgehê re hatin pêşkêşkirin.