Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Zurîchê ye
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çend serlêdanan li bajarê Swîsreyê Zurîchê ye.
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo çend serlêdanan li bajarê Swîsreyê Zurîchê ye.
Bi pêşengiya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, şandeya ku ji endamên meclîsa şaredariyê û serokên beşên Şaredariya Bajarê Mezin pêk tê, ji bo hevdîtinên cuda pêk bînin hatin Zurîchê. Şandeya ku bi vexwendina "Zurîch-Amed/Diyarbakir Bruckenschlag" (Pira Hevgirtinê ya Amed-Zurîchê) hat Zurîchê, gelek beşên Şaredariya Zurîchê ziyaret kirin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di çalakiya ku ji aliyê Zurîch-Amed/Diyarbekir Bruckenschlagê de axivî û behsa rewşa heyî ya şaredariyê û projeyên siberojê kir.
Serra Bucak wiha axivî: "Bi KHK'yan di sala 2016'an de nêzî 3 hezar memûrên bitecrube ji kar hatin avêtin. Mixabin ev kes winda bûn. Bi awayekî hafizeya civakê ji holê rabû. Tevî vê yekê me tîmek ava kir û me dest bi xebatên baş kir."
BEHSA ARMANCÊN XWE KIR
Serra Bucak diyar kir ku rêveberiya qeyûman a xespker ji bo jinan tu polîtîkayan pêş naxe û saziyên heyî digire, budçeya bajêr ji bo avakirinê xerc dike û wiha dewam kir: "
"Dema ku me şaredarî bi dest xist, bi rojan bi hezaran kes bi taybet gelek dayik hatin serdana me. Me ji bo xebatên jinan plansaziyek çêkir û pirsgirêkên jinan raxistin ber çavan. Me li ser awayê beşdarbûna jiyana xebatê ya jinan nîqaş kirin. Em bi saziyên civaka sivîl re dixebitin, nêrîn û pêşniyarên wan distînin û polîtîkayên xwe li gor wê amade dikin. Dibe ku ji nişkê ve qeyûm tayînî şaredariyê bikin, lê em her sibeh xwe motîve dikin û wisa tên şaredariyê. Qeyûman pere li ku xerc kirin? Ya rastî em bersiva vê yekê ji şaredariyên AKP'ê dizanin. Wan hemû pere li înşaatê xerc kir lê me li gorî pêdiviyên gelê xwe pere xerc kir.
Pirsgirêka çopê ji bo hemû rêveberiyên herêmî pirsgirêkek giring e. Şaredarî nikarin bi tena serê xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dixwazin tesîseke jinûve bikaranîna çopê ava bikin.
Me pirtûkxaneyeke jinan ava kir. Em dixwazin jinên ciwan li vir xwe pêş bixin û xebatên jîneolojiyê pêk bînin. Niha em dixwazin muzeya jinan jî ava bikin û ji bo zarokan kreşên bi zimanê dayikê vekin.
Şandeya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê serdana komên SP, Grun (Kesk), Alternativ, Mitte û Partiya Kesk a Lîberal (GLP) yên di parlamentoya kantona Zurîchê de cih digirin bike. Şande wê bi Serokê Parlamentoya Kantona Zurîchê re jî bicive.