Li Kampa Holê çeteyekî DAÎŞ'ê hate girtin
Li kampa Holê di operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.
Li kampa Holê di operasyona Tîmên Operasyonên Leşkerî yên QSD’ê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên girêdayî hêzên me, di çarçoveyê operasyonên xwe yên domdar ên li dijî bermahiyên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê de, duh (Çarşem) operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dar xist. Operasyon bi armanca girtina yek ji endamên şaneyên terorîst ên ku li hundirê kampê dixebitin, hat lidarxistin.
Operasyon bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî piştî temamkirina xebatên şopandina tevgera terorîstê bi navê Sebah Hemadî El Ciyad ku bi navê Ebî Ebûd tê naskirin, hat lidarxistin. Hêzên me bi ser cihê terorîst de girt û ew girt. Li gel terorîstê girtî, telefonek hat dîtin ku bi rêya wê peywendî bi rêxistina terorîst re dikir, her wiha ji bo rêxistina terorîst li hundirê kampê dixebitî. Terorîst hewl dida kesan tev li rêxistinê bike, dema li Iraqê jî bû li dijî artêşa Iraqê şer dikir.
Hêzên me diyar dikin ku dê ewlehî û parastina herêmên me bidomînin, dê nehêlin terorîst sûcên xwe yên qirêjî pêk bînin. Hêzên me dê ji bo qedandina rêxistina terorîst bixebitin."