BI DÎMEN

Dadgeha Gelan a Rojava di roja duyemîn de ye

Dadgeha Gelan a Rojava ku ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, li paytexta Belçîka Brukselê di roja duyemîn de ye.

Dadgeha li Zanîngeha Azad a Brukselê L'Université libre de Bruxelles di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina delîlan destpê kir.

Bernameya îro ya dadgehê bi vî rengî ye:

09:00-09:30: Amadekariya roja 2'yemîn

09:30-10:30: Rûniştina 4'emîn (Têkildarî sûcên hatin kirin)

10:50-12:30: Rûniştina 5'emîn

13:30-15:00: Rûniştina 6'emîn

15:00-15:30: Axaftina dawî yıa dozgeriyê

15:30-16:00: Di çarçoveya hiqûqê de hesabpirsîna ji Tirkiyeyê û nirxandina hiqûqî

16:00-17:30: Danûstandinên dadgehê

17:30-18:00: Pêşdîtin

SÛCÊN ŞER

Di delîlên pêşkêşî dadgehê hatin kirin û daxuyaniyên hatin dayin de binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên yekser û neyekser ên bi destê komên xwe hatin nîşandan. Sirgûnkirina Kurdan ji Efrînê, guhertina demografiya herêmê, bombekirina sivîlên li ber bendavê û tinekirina binesaziyê li dadgehê bi berfirehî hate nirxandin.

BI HEZARAN EFRÎNÎ GIRTÎ NE

Di roja destpêkê de her wiha parêzerê Efrînî Îbrahîm Şêxo qala binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Tirk ên li herêma dagirkirî kir. Şêxo diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê ji sala 2018'an û vir ve li 20 girtîgehên vekirî û veşartî bi hezaran Kurd bêsebep têne girtin, sûcên weke destdirêjî, destavêtin, kuştin, talan, dizî û asîmîlasyonê hatin kirin.

KOÇKIRINA BI ZORÊ Û GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ

Parêzerê Katalan Urko Azurtza li ser sûcên paqijiya etnîkî ya li Girê Spî û Serêkaniyê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk dest daniye ser mal û milkên gel, nifûsa xwecihî bi zorê koçber kiriye, bi armanca guhertina demografiyê jî kesên ji herêmên cuda li herêmê bi cih kiriye. Azurtza anî ziamn ku bombeya fosforê ya spî ya qedexekirî hatiye bikaranîn û ev sûc di raporên navneteweyî de hatine belgekirin.