Li Kolnê çalakiya “Bila Ecevît Pîroglû serbest bê berdan“ hat lidarxistin

Ecevît Pîroglû yê ku demek dirêj bi daxwaza radestkirina Tirkiyeyê li girtîgeha Sirbîstanê hate ragirtin, li paytexta Yewnanîstan Atînayê ji aliyê Interpolê ve careke din hate girtin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê girtina wî hate protestokirin.

Di çalakiya ku ji aliyê Komeleya Dengê Piştevaniyê ve her Çarşemê tê lidarxistin de banga serbest berdana Ecevît Pîroglû hate kirin. Platforma Dengê Girtiyan (TSP) piştgirî da çalakiyê.

Di axaftina li ser navê Platforma Dengê Girtiyan (TSP) de careke din girtina Ecevît Pîroglû hate protestokirin û hate xwestin ku demildest were berdan. Her wiha banga mezinkirina hestiyariyê hate kirin.