Dostên Kurdan ên Arjantînê piştgirî dan berxwedana gelê Kurd
Dostên gelê Kurd ên li Arjantînê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştgiriya bi gelê Kurd re çalakiyek li dar xistin.
Dostên gelê Kurd ên li Arjantînê bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û piştgiriya bi gelê Kurd re çalakiyek li dar xistin.
Aktîvîstên mafên mirovan, hunermend û femînîstên Arjantînê ji bo piştgiriya têkoşîna gelê Kurd çalakî li dar xistin. Li çalakiya ku ratî eleqeyeke mezin hat, filma "Kobanê" hat pêşandan û peyamên dilsoziyê hatin dayîn.
HUNERMENDAN PEYAM ŞANDIN
Miguel Mirra ku bi belgefîlmên xwe yên alternatîf tê naskirin, hunermenda şanoyê Mirta Israelî û aktîvîst Susana Ancarola beşdarî pêşandana fîlma Kobanê bûn. Beşdaran peyamên piştgiriyê dan û diyar kirin ku ew têkoşîna gelê Kurd weke têkoşîna xwe dibînin.
Miguel Mirra axivî û wiha got:"Ez ji bo temaşekirina fîlma Kobanê û balê bikşînim ser geşedanên li Rojava li vir im. Têkoşîna gelê Kurd bi taybetî têkoşîna jinan bandoreke mezin li me kir. Em Arjantînî yên têkoşîna azadiyê didin, têkoşîna gelên din jî weke têkoşîna xwe dibînin."
Endama Femînîstên Panelus en Rebeldía û Abya Yala Mirta Israeli jî wiha got: "Em temaşekirina fîlma Kobanê û balê bikişînin ser şerê li Rojava li vir kom bûn. Di heman demê de em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya wî wê azadiya gelê Kurd bi xwe re bîne."
Endama Tevgera Yekîtiya Emerîkaya Latîn ji bo Guhertina Civakî û Eniya Bayê Gel Susana Ancarol wiha got: "Dixwazim hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re nîşan bidim. Daxwaza min ew e ku êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin. Têkoşîn û rola tevgera jinên Kurdistanê di guhertina civakî û azadiyê de gelekî watedar dibînim. Ez bawer dikim ku ev têkoşîna li ser bingeha azadiya jinê wê faşîzm û cudakariyê li tevahiya cîhanê ji holê rake.””
FEMÎNÎSTAN PIŞTGIRÎ DAN BERXWEDANA TIŞRÎNÊ
Femînîstên Abya Yala jî bi nameyekê piştgirî dan şoreşa jinan a Kurdistanê û berxwedana Tişrînê. Di nameyê de hate destnîşankirin ku ew ê şexsê şehîd Arjîn Kobanê de xwedî li fermandarên jin ên canê xwe feda kirine derkevin û anîn ziman ku Şoreşa Rojava şoreşa jinên hemû cîhanê ye.
Femînîstan spasiyên xwe yên ji bo biryardarî û têkoşîna şervanên YPJ'ê anîn ziman û girêdana xwe ya ji bo azadiya jinên Kurd parve kirin. Name bi van gotinan bi dawî bû: "Ev têkoşîn berxwedana hevpar a jinan e ku sînoran derbas dike û em minetdarê vê baweriyê ne.”