Şehîd Şiyar Bozan û Dilgeş Çiya li Aachenê hatin bibîranîn
Şehîdên YAT’ê Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) û Şerger (Şiyar Bozan) li Aachenê hatin bibîranîn.
Şehîdên YAT’ê Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) û Şerger (Şiyar Bozan) li Aachenê hatin bibîranîn.
Endamên Yêkîniyên Antî Terorê (YAT) Dilgeş Çiya (Îvan Kurdî) yê ku li Bendava Tişrînê şehîd bû û Şerger (Şiyar Bozan) ê ku di 2’yê Çileyê de li Pira Qereqozaxê şehîd bû, li bajarê Aachen ê Elmanyayê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Aachenê hat lidarxistin bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî rêzgirtinê endama Komîsyona Malbatên Aachenê Leyla Bîrlîk û malbatên şehîdan axivîn. Bavê şehîd Şerger ji Kobanê bi rêya telefonê beşdarî bîranînê bû.
Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşînên şehîdên YAT’ê hatibû amadekirin, hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Abdulselam Mistefa li ser rewşa Sûriyeyê û êrîşên dagirkirin û qirkirinê yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cîvna gel li dar xist.