Bendavên dewleta Tirk Çemê Efrînê ziwa dike
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Sûriyeyê diyar kir ku ji ber polîtîkayên çêkirina bendavan ên Tirkiyeyê Çemê Efrînê hema bibêje li ber ziwabûnê ye.
Navenda Belgekirina Binpêkirinên li Sûriyeyê diyar kir ku ji ber polîtîkayên çêkirina bendavan ên Tirkiyeyê Çemê Efrînê hema bibêje li ber ziwabûnê ye.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Sûriyeyê ragihand ku çemê Efrînê ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina bendan, hema bêje ziwa bûye.
Navendê diyar kir ku avakirina bendan li Tirkiyeyê bû sedema kêmbûna herikîna avê ber bi Sûriyeyê ve, lewre jî çemê Efrînê yê ku ji bo sedan gundên li bakurê rojavayê Sûriyeyê jêdereke jiyanî ye, zuha dibe.
Navendê destnîşan kir ku ji van bendavên sereke Yazihan û Karakoyu ne ku di mehên dawîn de bûne sedema rawestandina herikîna ava çem. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku zuhabûna çem bû sedema wêraniya bi dehan hektar zeviyên çandiniyê û qutbûna ava vexwarinê li ser bi sedan gundan, telefbûna sewalan û koçberiya bi sedan malbatan.
Navendê bi bîr xist ku qutkirina ava çem binpêkirina mafên mirovan û jîngehê ye. Di heman demê de da zanîn ku hêzên navneteweyî û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li hemberî vê yekê tu helwestên fermî nîşan nedane.