BI DÎMEN

Qurbaniyên erdheja 2023’yan hatin bîranîn

Bi boneya salvegera erdhejên Mereşê yên sala 2023’yan li Rheinfeldenê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de bal kişandin ser hevgirtin, yekîtî, piştgirî û rêxistinbûnê.

Bi boneya 2'yemîn salvegera erdhejên 6'ê Sibata 2023'yan ên ku navenda wan Mereş bû û li 11 bajaran bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin, li gelek cihan çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Li bajarê Rheinfelden ê Elmanyayê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bîranînek hat lidarxistin.

Bîranîn ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan a Rheinfeldenê û Federasyona Komeleyên Ewropayê ya Mereşê (MARDEF) ve li Navenda Çanda Elewiyan a Rheinfeldenê hat lidarxistin. Endamê Desteya Baweriyê ya Elewiyan Velî Boztosun û Hevseroka MARDEF'ê ya Swîsreyê Gulîstan Golgelî axaftin kirin.

Gulîstan Golgeliyê qurbaniyên erdhêjê bi bîr anîn û wiha got: "Vê erdhêjê jiyana sed hezaran mirovî serûbin kir. Îro jî bi hezaran kes bêkar in û nikarin debara xwe bikin. Kêmasiya elektrîk, av û binesaziyê bandoreke hîn xirabtir li ser jiyana mirovan dike. Pêvajoya jinûveavakirinê ya piştî hilweşînê jî xirab berdewam dike. Wezîrê Hawirdorê gotibû ku dê 850 hezar xanî bên çêkirin, lê heta Çileya 2025'an tenê ji sedî 7'ê van xaniyan hatine teslîmkirin. Lê belê tevî hemû neyînîyan jî gelê me hevgirtina xwe didomîne. Divê her kes alîkariya ji bo mexdûrên erdhêjê bidomîne."

Velî Boztosun derbarê bûyerên piştî erdhêjê axivî û bal kişand ser giringiya hevgirtin û yekîtiyê.