Li Mûsilê cotkarekî Kurd ji aliyê çeteyan ve hate revandin
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên girêdayî navçeya Pirdê ya Mûsilê de cotkarekî Kurd ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin ku tê texmînkirin endamên DAIŞ’ê ne.
Hate ragihandin ku di navbera gundên Gelozî û Qerebeg ên girêdayî navçeya Pirdê ya Mûsilê de cotkarekî Kurd ji aliyê sê çekdaran ve hate revandin ku tê texmînkirin endamên DAIŞ’ê ne.
Fermandarê Pêşmergeyên Xwebexş ên Mexmûrê Xazî Feysel têkildarî bûyerê daxuyaniyek da û diyar kir ku kesê hatiye revandin welatiyê bi navê Arî Remezan Osman e. Feysel da zanîn ki cotkar di navbera gundên Gelozî û Qerebeg de ji aliyê komeke çekdar ve hate revandin.
Hate diyarkirin ku wesayîta cotkarê hatî revandin di navbera gundên Bîbanî û Kelhur de hatiye hiştin û cotkar hê jî winda ye.
Xazî Feysel da zanîn ku hêzên pêşmerge û hêzên ewlekariya sînorê Pirdê dest bi lêgerîna welatiyê hatî revandin, kirine.