Komîsyona Malbatên Şehîdan a Gelê Kurd a Londonê û Meclisa Jinê ya Jiyan ji bo fermandar YPJ’ê Arjîn Kobanê ya ku di 23’yê Çileyê de li Tişrînê şehîd bû û Salîha Viyan (Hêva Erebo) di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk de 27’ê Çileyê li Başûrê Kurdistanê şehîd bû, li Navenda Civaka Kurd merasîma bîranînê li dar xistin.
Salona bîranînê bi wêneyên şehîd Arjîn Kobanê û Salîha Viyan, alên YPG û YPJ’ê hat xemilandin û mûm hatin pêxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê sînevîzyona li ser jiyana şehîdan hatibû amadekirin hat pêşandan.
DEWLETA TIRK PERGALA DIJDEMOKRATÎK LI SER HIKÛMETA DEMKÎ FERZ DIKE
Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongra Starê Emîne Osê, Fermandar YPJ’ê Destîna Kobanê, bavê şehîd Arjîn Kobanê Şevket Kobanê bi rêya înternetê beşdarî bîranînê bûn. Emîne Osê diyar kir ku têkoşîna Arjîn Kobanê ji bo têkoşîna jinan û Kurdistanê pîvanek e û got, “Ew xeta jina azad a Rêber Apo bi serfirazî temsîl kir. Dema pêşengiya destana Tişrînê dikir şehîd bû. Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Tişrînê şikand. Dewleta Tirk ji bo gelên Rojava statuya xwe bi dest nexin her tiştî dike. Dewleta Tirk li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê pergala dij demokratîk ferz dike.”

'EM Ê DESTKETIYAN BIPARÊZIN’
Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê, jî wiha axivî: “Heval Saliha û heval Arjîn bi têkoşîn û sekna xwe her tim pêşengiya azadiya jinan kirin. Pêşengiya berxwedana Tişrînê ya bi pêşengiya YPJ’ê tê meşandin, kirin û dijmin di aliyê psîkolojîk de têk birin. Wekî YPJ’ê em ê daxwaza şehîdên xwe bicîh bînin û destketiyên xwe biparêzin. "
‘KURDISTANA KU GELEKÎ JÊ HEZDIKIR PARAST’

Bavê şehîd Arjîn Kobanê Şevket Kobanê jî wiha got: "Berî her tiştî, serê gelê Kurd û Kurdistanê sax be. Arjîn li Bendava Tişrînê bedena xwe li hemberî çeteyên cîhadîst kir mertal û Kurdistana ku gelekî jê hezdikir parast. Di şexsê wê de hemê şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim û dibêjim şehîd namirin.”
Rozerîn Nisêbîn jî li ser navê Meclisa Jinê ya Jiyan axivî û şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî.
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin" û “Bijî Serok Apo" bi dawî bû.