BI DÎMEN

‘Rayedarên dewleta Tirk divê ji ber sûcên şer û mirovahiyê bên darizandin’

Dozgerên li Dadgeha Gelan a Rojava xwestin ku rayedarên dewleta Tirk ji ber sûcên şer û mirovahiyê bên cezakirin. Dadgehê ku biryara xwe piştre ragihîne, ji bo ragihandina nêrîna xwe ya pêş saetek navber da rûniştinê.

Dadgeha Gelan a Rojava ku ji ber sûcên şer ên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, li paytexta Belçîka Brukselê hate destpêkirin, hat qonaxa biryarê.

Di rûniştina dawî ya dadgehê de ewil Parêzer Rengîn Ergul mafê axaftinê girt û derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Dibîstana Şemoka pêşkêşî kir. Rengîn Ergul anî ziman ku dibîstina ku li gundê Şemoka ya girêdayî Til Temirê ye di 18’ê Tabaxa 2022’an de hedef hate girtin û zarokên ku di hewşa dibîstanê de dilîstin bi SIHA’yan hedef hatin girtin.

Rengîn Ergul dîmena derbarê êrîşa ku zarok hatin hedefgirtin, wekî delîlê pêşkêş kir. Rengîn Ergul destnîşan kir ku dibîstan du kîlometre durî baregeha hêzên koalîsyonê ye û anî ziman ku hêzên koalîsyonê ji bo alîkariyê jî nehatine dibîstanê. Ergul bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî da û anî ziman ku ew jî dibin şirîkê sûcê. Rengîn Ergul bi bîr xist ku di vê êrîşê de 5 zarok hatine qetilkirin û şahidiyên kesên ku ji êrîşê bi saxî filîtine bi heyeta dadgehê re parve kir.

BOMBEBARANKIRINA ÇAPXANEYA SIMAVÊ

Piştre Florian Bohsung derbarê êrîşa li ser Çapxaneya Weşanê ya Simavê pêşkêşî kir. Florian Bohsung diyar kir ku 25’ê Mijdarê di saet 11:00’an de çapxane hatiye hedefgirtin û anî ziman ku êrîş bi hinceta PKK’ê hatiye kirin.

Dadgeh bi lêpirsîna êrîşên li dijî rojnamevanan dewam kir.

Piştre Parêzer Ceren Ûysal daxuyanî da û anî ziman ku di sûcên hatin kirin de Tayyîp Erdogan berpirsê sereke ye. Ûysal anî ziman ku ne tenê Erdogan, Hulusî Akar, Hakan Fîdan, Îbrahîm Kalin, rayedarên leşkerî, çeteyên SMO’yê, rayedarên ku operasyonên derveyî sînor êrê dikin jî sûcdar in û wiha got: “Tirkiye terorîzmê bi tena serê xwe nake, bi bêdengî û şirîkatiya hêzên navneteweyî yên wekî Emerîka û Rusyayê tê meşandin. Hakan Fîdan wiha îtîraf kiribû, “Eger me piştgirî nedaba çeteyên SMO’yê, yanî me piştgiriyên tên dîtin û veşartî nedaba nikaribû van bi ser bixe.”

GELÊ ROJAVA NIRXÊN MIROVAHIYÊ PARAST

Ceren Ûysal ji dadgeran re destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk sîstematîk in û anî ziman ku li gorî delîlên di dosyaya pêşkêş kirine de divê Tirkiye li gorî qanûn û peymanên navneteweyî hesab bide.

Ceren Ûysal got ku biryara ku îro bê dayîn ne tenê ji bo mirovahiyê, di heman demê de wê ji bo aştî, xweza, dîrok û pêşeroja herêmê bê dayîn û bi bîr xist ku gelê Rojava ji bo aştî û aramiya herêmê mil bi mil têdikoşe û ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovahiyê û parastina nirxên mirovahiyê têdikoşin û wiha got: “Divê em jî gelê Rojava biparêzin.” Ceren Ûysal xwest ku dewleta Tirk were cezakirin.

JI BO PARASTINÊ BANG LI BERSÛCAN KIRIN

Serokê Dadgehê careke din navên Recep Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan, Yaşar Guler û Umît Dundar ên ku li dadgehê tên darizandin xwend û pirsî bê ew hatine dadgehê yan na. Dadger ji bo bersûcan got, "Em qebûl dikin ku bersûc ji bo parastina xwe nehatine dadgehê."

'EM DIXWAZIN DEWLETA TIRK BÊ CEZAKIRIN'

Jan Fermon jî got, "Em dixwazin rayedarên dewleta Tirk ji ber sûcên şer û mirovahiyê ku qebûl kirine bên cezakirin." Jan Fermon anî ziman ku gotinên 'terorîst' ên dewleta Tirk bêbingeh e, hin beşên îfadeyên şahidan xwend û anî ziman ku ev sûc sîstematîk in.

Jan Fermon diyar kir ku biryara îro bê dayîn dikare pêşî li sûcên pêşerojê bigire û got ku ev dadgeh ji bo parastina nirxên mirovahiyê derfetek e.

Serokê dadgehê diyar kir ku ew ê îro biryara dawî nedin, wê nêrînên xwe yên destpêkê eşkere bikin. Serokê dadgehê ji bo daxuyaniyê saetek navber da.