Biryarên darvekirinê yên Îranê li Bernê hate protesto kirin
Biryarên darvekirinê yên Îranê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Bernê hate protestokirin.
Biryarên darvekirinê yên Îranê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî li Bernê hate protestokirin.
Biryarên darvekirinê yên daraza Îranê yên derbarê aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî de li paytexta Swîsre Bernê hate protestokirin.
Çalakî li ser banga Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) û Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) li Bahnhofplatzê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bang li dewleta Îranê hate kirin ku biryarên darvekirinê yên hatine dayîn betal bike û banga hestiyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
Li ser navê PAJKE ê Hekîm Hetûtî, li ser navê KJAR’ê Peyam Azad û li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Berdevka PYD’ê ya Swîsreyê Gulîstan Sadon axivîn û banga betalkirina biryarên darvekirinê kirin.
Di axaftinan de hate bibîrxistin ku bi sûcdarkirina “serhildanê” cezayê darvekirinê li ser aktivîstên Kurd Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatine birîn.
Di axaftinan de wiha hate gotin: “23’ê Hezîrana 2024’an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tahranê ve cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî hate birîn û dadgeha bilind 8’ê Çileya 2025’an vê biryarê erê kir. Pexşan Ezîzî ku pispora xizmetên civakî ye, xebatên piştgiriyê ji bo mexdûrên DAÎŞ’ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û penaberên li vir meşandiye.” Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan bi taybet Rêxistiya Efûyê ya Navneteweeyî hat kirin ku Pexşan Ezîzî demildest were berdan.
Di çalakiyê hate diyarkirin ku endamê Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî jî di 1’ê Tebaxa 2023’an de hatiye girtin û Mijdara 2024’an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve cezayê mirinê lê hatiye birîn.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku Werîşe Mûradî berê li Sûriyeyê xebat meşandiye û di sala 2014’an de li pevçûnên di Kobanê de birîndar bûye û wiha hate gotin: “Saziyên navneteweyî ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî di nav de ye daxwaz kiriye ku cezayê darvekirinê yên hatien dayîn bên betalkirin. Em bang li daraza Îranê dikin ku daxwazên rêxistinên mafên mirovan bi cih bîne.”