Endama şandeya Fransayê ku beriya demeke kurt serdana Herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, Parlamentera Eniya Gel a Nû ya Fransayê Danielle Simonnet li Meclîsa Neteweyî ya Fransayê axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava.
Parlamenter Simonet têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot pirsî bê wê Fransa zextê li dewleta Tirk bike yan na ji bo êrîşên li ser Rojava bisekinîne. Her wiha jê pirsî ku piştgiriyê dide daxwazên Kurdan ên li Sûriyeya nû yan na.
'EM Ê KURDAN NETERIKÎNIN'
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bersiv da pirsên parlamenter Danielle Simonet û destnîşan kir ku Kurd hevalbendê bingehîn ê Fransayê ye, têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Kurd hevalbendê me yê bingehîn e. Ew hevalên me yên çekê ne û em ê wan neterikînin.
Pirsa we bi bîr dixîne ku bûyerên 13 salên dawî li Sûriyeyê qewimîn bandoreke çawa li jiyana rojane ya welatiyên me kiriye. Zexta giran a ku Beşar Esad li gelê xwe kir, bû sedem ku DAÎŞ ji nû ve geş bibe ku gefa terora Îslamî ye û me li gel hevalbendê xwe Kurdan têkoşîneke xurt meşand.
Û di demekê de ku ji 8'ê Kanûnê û vir ve li Sûriyeyê hêviyeke nû ava bûye, divê xwedîderketin li neteweya Kurd û tevlîbûna wan a li welatîbûna nû ya li vî welatî pêk were.
'ME DI NAVBERA TIRKAN Û GENERAL MAZLÛM DE NAVBEYNKARÎ KIR'
Ji ber vê yekê hîn ji kêliyên destpêkê ve me bang li rayedarên Tirk û rayedarên dema nû ya demkî ya li Şamê kir ku şerê li Kobanê bisekinînin, ji bo zexteke giran li Kurdan neyê kirin. Dixwazim bi bîr bixînim ku li gel şerê li dijî DAÎŞ'ê yên ku girtîgehên bi deh hezaran terorîstên DAÎŞ'î û malbatên wan tê de ne bi wêrekiyeke mezin diparêzin Kurd in.
KONFERANSA 13'Ê SIBATÊ
Ji ber vê yekê beriya ku biçim Şamê min bi General Mazlûm re hevdîtin kir û me di navbera General Mazlûm, Tirkiye û hikumeta demkî ya Şamê de navbeynkarî kir. Di dema nêz de jî me di navbera Kurdên li Sûriyeyê û Kurdên li Iraqê de navbeynkarî kir ku karibin hevdu xurt bikin. Hefteya bê di 13'ê Sibatê de wê li Parîsê konferansa li ser pêvajoya derbasbûnê ya nû bê lidarxistin û dikarim piştrast bikim ku Kurd jî wê di konferansê de amade bin."