BI DÎMEN

Dadgeha Gelan a Rojava: Dixwazin Kurdîtiyê ji Efrînê bibin

Li Dadgeha Gelan a Rojava ku têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, sûcên li Til Rifet û Efrînê hatin nirxandin.

Dadgeha Gelan a Rojava ya li paytexta Belçîka Brukselê ku wê 2 rojan dewam bike bi teşhîrkirina sûcên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike.

RAPORA LI SER SÛCÊN LI EFRÎNÊ HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Parêzer Efstathios C. Efstathiou têklidarî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê raporek pêşkêş kir û anî ziman ku li Efrînê sûcên cidî hatine kirin.

Efstathiou ragihand ku Kurd ji Efrînê hatin sirgûnkirin, navên cih û kolanan bi Tirkî û Erebî hatin guhertin û got, "Tê xwestin, Kurdîtî ji Efrînê bê jêbirin. Ev yek guhertina demografiyê ye. Di raporên saziyên mafên mirovan de hate destnîşankirin ku zarok, extiyar an jî sivîl, komkujî hatin kirin."

DÎROKA DEWLETA TIRK A BI TEHCÎRÊ DAGIRTÎ

Oz Karahan jî rapora li ser Efrînê pêşkêş kir û diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê û vir ve li ser komkujî û qirkirinan ava bûye. Karahan bûyerên 6-7'ê Îlonê û dagirkirina Qibrisê bi bîr xist û anî ziman ku li Qibrisê malên Rûman hatin desteserkirin û li cihê hatin valakirin Tirk ên Misilman hatin bicihkirin. Karahan ragihand ku heman tişta li Qibrisê hate kirin li Efrînê jî hate kirin û got, beriya dagirkeriyê 160 hezar Kurd li Efrînê bûn, piştî dagirkeriyê ev hejmar daket 3 hezar kesî.

SÛCÊN LI TIL RIFETÊ

Parêzer Rengîn Ergul jî qala sûcên şer ên li Til Rifet û derdora wê kir. Rengîn Ergul anî ziman ku rewşa li Til Rifet û Efrînê weke hev e û got, "Gelê ku ji Efrînê koçî Til Rifetê kir, mîna li Efrînê rastî êrîşa hat. Êrîş li zarok û jinan, li sivîlan hate kirin. Komkujiyên ku hatin kirin li hesabên medya dîjîtal ên fermî yên saziyên dewleta Tirk hatin parvekirin. Dewleta Tirk dixwaze êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li herêmê berfireh bike."

TÊKILIYÊN SMO Û DEWLETA TIRK

Rengîn Ergul wêneyê leşkerên Tirk û çeteyên SMO'yê nîşan da ku li Efrînê ala Tirk û ala SMO'yê hilda. Rengîn Ergul mikurhatina serçeteyê SMO'yê parve kir û got, "Rayedarê SMO'yê got, yekane dewleta ku alîkariyê bi wan re dike dewleta Tirk e. Têkiliya dewleta Tirk a bi van çeteyan re li holê ye. Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan sûcên çeteyên SMO'yê kir rapor. Di raporê de dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şermezarkirin."

Socrates Tziazas jî diyar kir ku ew bi koma Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan re dixebitin û êşkence, revandina mirovan, kuştina mirovan bi bîr xist. Piştî pirsên dadgeran navber ji dadgehê re hate dayin.