Heyeta meşê di çarçoveya danûstandinên dîplomatîk de bi Şaredarê herêma Nogent-sur-Oise ya Creilê Jean-François Dardenne re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de têkildarî dîlgirtina 26 salan a Rêber Apo ya li Îmraliyê, komploya navneteweyî, felsefeya Rêber Apo û meşa 26 rojan a dewam dike, agahî hate dayin.
Her wiha li ser sûcên şer ên dewleta Tirk li Rojava dike jî dosyayek hate radestkirin.
Heyetê ji bo meş û mîtînga mezin a 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê bang li hêzên demokratîk û gelên li Fransayê kir ku piştgiriyê bikin.
Şaredar Dardenne jî anî ziman ku ew Rêber Apo û felsefeya wî nas dike, Şoreşa Rojava ji nêz ve dişopîne û got, "Bi paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a li Rojava hate avakirin re sîstema konfederal û komunal a Ocalan pêşniyar kiriye, ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare bibe modelek."
Meş wê heta Strasbourgê dewam bike û bi mîtîngeke mezin bi dawî bibe.