Peyama 15'ê Sibatê: Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin
Nîlufer Koç anî ziman ku dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, peyama çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê wê bi vî rengî be, "Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin".
Nîlufer Koç anî ziman ku dem hatiye Rêber Apo bi rengekî fîzîkî azad bibe û got, peyama çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê wê bi vî rengî be, "Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin".
Ji Cotmeha 2024'an û vir ve nîqaşên li ser mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam dikin. Tê payin ku ev daxwaz di salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de bi dengekî hîn bilind bê bilêvkirin. Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka kurd re' wê li bajarê Strasbourg ê Fransayê meş û mîtîngeke girseyî bê lidarxistin. Ji çar aliyên Ewropayê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî vê çalakiyê bibin.
Ji Komîteya Amadekar a Mîtîngê Nîlufer Koç li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivî û destpêkê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir, şehîdên ku bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bedena xwe dan ber agir, bi rêzdarî bi bîr anî. Nîlufer Koç anî ziman ku têkoşîn êdî ji Kurdistanê derbas bûye, bi pêşengiya dostan li tevahiya cîhanê belav bûye û got, "Navê Rêber Apo ji DYE'yê heta Bangladeşê, ji Kolombiyayê heta Efrîkayê, ji wir jî heta Awûstralyayê li çar aliyên cîhanê belav bû. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku polîtîkaya tecrîdkirina Kurdan a bi sîstema Îmraliyê re hatiye şikandin. Bi pêşengiya berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê Kurd ji bin tecrîdê rizgar bûn. Rêber Apo gelê Kurd ji sedsala 21'ê re amade kir. Di vê sedsalê de li gel qirkirin, şer û êşên ji ber sîstema kapîtalîst rû dan, Rêber Apo mîna rojekê şewq da her aliyên Kurdistanê."
'RÊBER APO KURD JI SEDSALA NÛ RE AMADE KIR'
Li ser girîngiya 15'ê Sibatê Nîlufer Koç got, "Di 13'ê Sibatê de bi pêşengiya Şêx Seîd Raperîna Pîranê destpê kiribû. Ev berxwedan beriya 100 salî li Kurdistanê pêk hat û di 29'ê Hezîranê de bi darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî bi encam bû. Bi heman rengî Rêber Apo di 15'ê Sibatê de bi komployê radestî Tirkiyeyê hate kirin û 29'ê Hezîrana 1999'an di roja darvekirina Şêx Seîd de cezayê darvekirinê li Rêber Apo hate birîn. Lê belê Rêber Apo sîstema qirkirin û komkujiyê ya sed salî li Îmraliyê parçe kir. Ev têkoşîna ji 26 salan di heman demê de bû pêvajoya hesabpirsîna ji dîrokê. Bala xwe bidinê, dewletên ku beriya sed salî li ser qirkirina Kurdan ava bûn hildiweşin. Iraq hilweşiya, Sûriye hilweşiya, rejîm hilweşiyan; niha jî dor hatiye Tirkiye û Îranê. Yê ku rehê berxwedêr û serhildêr ê Kurdan bi serdemê re kir ye û ji serdemê re amade kir Rêber Apo bû. Yanî em gihîştin asta serdema Kurdan. Niha dawiya rê ye.
'TÊKOŞÎNA KURDAN JI HER ALÎ VE BI PÊŞ VE DIÇE'
Di nava van 26 salan de Tirkiyeyê ji her alî ve winda kir. Bi taybetî bi desthilatdariya AKP'ê re ji aliyê aborî, çandî û civakî ve winda kir. Polîtîkaya antî-Kurd lê giran hat û gihîşt wê astê ku zerarê bide civaka xwe. Di siyaseta navneteweyî de jî winda kir. Tirkiye veguherî wî welatî ku li derveyî hevsengiyan tê hiştin û cidî nayê dîtin. Gihîşt wê astê ku bû dewletek tenê ji bo bêdengkirinê muxatab tê dîtin. Hêzên li pey hegemonyayê dibezin, di avakirina hegemonyayê de ji bo çavkaniyên aborî yên pêwîstiya xwe pê hene xetên nû yên enerjiyê diyar kirin. Tirkiye li derveyî vê hate hiştin.
Yanî rewşa xwe ya jeopolîtîk a 100 salî winda kir. Li aliyê din bi desthilatdariya Tayyîp Erdogan re senteza Tirk-Îslamê dan pêş ku ev siyaset niha winda dike. Polîtîkayên ku Îslamiyetê îstîsmar dikin îflas kirin. Ji ber vê yekê gotina 'Qral tazî' ye li Tİrkiyeyê tê. Artêşa wê jî nikare encamê bi dest bixe. Li gel bikaranîna teknolojiyên gelekî pêşketî, li hemberî gerîlayên me yên qehreman di şer de têk çû. Bi salan e hewl dide li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê bi cih bibe, lê belê kir nekir nekarî vê pêk bîne.
Niha pirs ev e; gelo rêyeke din li pêşiya Tirkiyeyê heye? Dema ku mirov li hevsengiya li Rojhilata Navîn dinihêrin hêzekê dibînin ku timî bi ser dikeve û mezin dibe. Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a bi pêşengiya Rêber Apo ji her alî ve bi pêş ve diçe. Alternatîfên Kurdan gelekî zêde ne. Piştî Sûriyeyê wê dîzayna herêmê dewam bike û rola Kurdan hîn bêhtir krîtîk bibe. Du dewletên sereke man; yek jê Tirkiye, yek jî Îran. Ji aliyekî ve li hindir tengaviyek heye; jin, Elewî di nava lêgerîna azadî û demokrasiyê de ne. Di vir de Kurd hene ku têkoşîna demokrasiyê ya herî rêxistinî dimeşînin. Êdî wê nikaribin bêdeng bikin. Ji ber ku gelek tişt hatin ceribandin."
'RÊBER APO MIFTEYA ÇARESERIYÊ PÊŞKÊŞ DIKE'
Têkildarî çareseriyê jî Nîlufer Koç got, "Dewleta Tirk ketiye nava tirs û fikaran ku Kurd karibin sûdê ji vê kaosê werbigirin. Rêber Apo weke ku 32 sal in dibêje, careke din mifteya çareseriyê pêşkêş dike. Rêber Apo ji dewleta Tirk re dibêje 'Em herdu jî dikarin bi ser bikevin'. Dibêje 'Ya ku we li Kurdan kir neheqî ye, ji bo sererastkirina vê jî demokrasî şert e'. Ji bo vê çareseriyê jî divê çarçoveya 7 xalan a Rêber Apo bê qebûlkirin û her kes qezenç bike."
Nîlufer Koç işaret bi çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê kir û got, "Îsal di 15'ê Sibatê de daketina li qadan wê diyarker be. Ji bo bê nîşandan ku Rêber Apo mifteya çareseriyê ye gelekî girîng e. Em niha di demeke dîrokî de ne. Ev 15'ê Sibatê naşibe ya par. Ji bo bicihanîna çarçoveya ji 7 xalan a Rêber Apo, divê em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Rêber Apo dibêje, 'Ez dikarim pirsgirêkê li ser siyaseta hiqûq û siyasetê çareser bikim'. Rêber Apo qala demokratîkbûn û çareseriya li tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn dike. Eger Tirkiye vê qebûl bike wê bi rengekî mezin qezenç bike, qebûl neke wê bi rengekî mezin winda bike."
'EM Ê RÊBER APO JI ÎMRALIYÊ DERXÎNIN' WÊ PEYAMA ÎSAL A 15'Ê SIBATÊ BE
Herî dawî jî ji bo çalakiya 15'ê Sibatê ya li Strasbourgê Nîlufer Koç ev bang kir, "Em ketine wê demê ku ji aliyê fîzîkî ve Rêber Apo azad bikin. Dem ew dem e. Ji ber ku guherînên li Rojhilata Navîn gelê Kurd gihand vê astê. Rêbertî jî dixwaze bi vê mifteyê hemû pirsgirêkan çareser bike. Wezîfeya me ye ku Rêber Apo ji Îmraliyê derxîne. 'Em ê Rêber Apo ji Îmraliyê derxînin' wê peyama îsal a 15'ê Sibatê be."