BI DÎMEN

Meşa Dirêj kete roja 17’yan: Li Lilleyê xeleka azadiyê hate avakirin

Meşvanên Meşa Dirêj di roja 17’yan a çalakiya xwe de ‘xeleka azadiyê’ ava kirin û gotin ku me di qonaxa yekemîn a pêngavê de hinekê jî be tecrîd şikand; em ê di qonaxa duyemîn de azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dabîn bikin.

Meşa Dirêj a ku 21’ê Çileyê li bajarê Lorient ê Fransayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de dest pê kir, di roja xwe ya 17’mîn de li bajarê Lille yê Fransayê bi coşeke mezin berdewam dike.

Meşvan li Qada Republique ya bajarê Lilleyê bi Kurdistanî û dostên wan re civiyan, li vir danezan belav kirin û piştre jî daxuyaniyek hate dayîn.

Meşvanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca çalakiya xwe û qonaxa pêngava azadiyê û ev yek anîn ziman: ‘’Me gotibû ku em ê di qonaxa yekemîn a pêngavê de tecrîdê bişkînin û hinekê jî be me tecrîd şikand. Her wiha me gotibû ku em ê  di qonaxa duyemîn de jî azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe dabîn bikin. Me çalakiya xwe bi vê şîarê da destpêkirin. Me li vir ji bo Rêbertiya xwe xeleka azadiyê ava kir. Em bawer dikin ku wê di demeke nêz de Rêbertiya me bi awayekî fîzîkî azad bibe. Em hemû ji nêz ve pêvajoyê dişopînin. Tevlîbûna we moraleke mezin da me. Çalakiya me wê 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi dawî bibe. 15’ê Sibatê Rêbertiya me wê daxuyaniyeke dîrokî bide. Em we hemûyan vedixwînin çalakiya ku wê di 15’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê were lidarxistin.’’

Meşvanên ku xeleka azadiyê ava kirin, dirûşme berz kirin, govend gerandin û piştre jî meşa xwe berdewam kirin.