CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Lîderê olî yê Îranê: Îsraîl wê bê cezakirin
Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Hamaney piştî êrişa hefteya derbasbûyî ya Îsraîlê ya li Sûriyeyê yekemcar gef li Tel Avîvê xwar û got, "Wê bê cezakirin." -
Li Xezeyê di 6 mehan de 33 hezar û 360 kes mirin
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê ji 7’ê Cotmehê ve ji ber êrîşên Îsraîlê hejmara miriyan gihişte 33 hezar û 360 kesan. -
Îsraîl wê li hemberî Tirkiyeyê tedbîrên bersivdanê werbigire
Dewleta Tirk ji ber nerazîbûnên zêde yên li Tirkiyeyê neçar ma ku bazirganiya bi Îsraîlê re kêm bike. Hikumeta Îsraîlê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û ragihand ku wê tedbîrên bersivdanê werbigirin. -
Li Rûsya û Kazakistanê lehî rabû: Zêdeyî 90 hezar kes hatin veguhestin
Li Rûsya û Kazakistanê karesata lehiyê ya herî xirab a salên dawî, çêbû. Ji ber rabûna avê di nava du hefteyan de zêdeyî 90 hezar kes hatin veguhestin. -
Elmanyayê xwe parast: Ewlehiya Îsraîlê esasê polîtîkaya me ya derve ye
Elmanya bi “hêsanîkirina qirkirina” li dijî Fîlîstîniyan tê sûcdarkirin. Elmanyayê li dadgeha herî bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ewlehiya Îsraîlê di “navenda” polîtîkaya wan a ji derve de ye û sûcdarî red kirin. -
Îsraîl cara yekemîne ‘Qubeyê Hesin’ a deryayî ya nû bicih dike
Artêşa Îsraîlê sibeha Sêşemê ragihandibû ku wan sîstema parastinê ya nû ya "C-Dome", cara yekê li dijî cîhazeke "gumanbar" ku kete qada wê ya esmanî, bicih kir. -
Çîn dixwaze têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re xurt bike
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yî roja Sêşemê bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re rûnişt diyar kir ku Pekîn wê hevkariya bi Moskowayê re xurt bike. -
Li Mozambîkê keştiyek binav bû: Herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Mozambîkê keştiyeke masîvanan binav bû û di encama bûyerê de zarok jî di nav de herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha winda jî hene û xebatên lêgerînê berdewam dikin. -
Konseya Ewlehiyê wê derbarê endamtiya Fîlîstînê ya ji NY’ê re biryara xwe bide
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê heta dawiya meha Nîsanê têkildarî serlêdana Fîlîstînê ya ji bo tam endamtiya NY’ê, biryar bide. -
Li Rûsyayê lehî rabû: Zêdeyî 10 hezar xanî di bin avê de mane
Hate ragihandin ji ber lehîyê li herêmên Ûral û Volga yên Rûsyayê û rojavayê Sîbîryayê zêdeyî 10 hezar xanî di bin avê de mane. -
Elmanya bi 'hêsankirina qirkirinê’ ya li dijî Filistîniyan tê sûcdarkirin
Dewleta Nîkaragûayê Elmanyayê bi piştevaniya leşkerî û siyasî ya ji Îsraîlê re bi sûcdarkirina "hêsankirina qirkirina Filistîniyan" serî li bilindtirîn dadgeha Neteweyên Yekbûyî (NY) da. -
Lavrov ji bo têkîliyên xwe xurt bike li Pekînê ye
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji bo bi hemrayedarê xwe yê Çînî re hevdîtinê bike, serdana Pekînê kir. Tê payîn ku hevdîtin li ser meseleyên mîna şerê li Ûkraynayê û gengeşiya li herêma Asya-Pasîfîk were kirin. -
Ji Îranê hişyarî: Sefaretxaneyên bilind ên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne
Yahya Rahîm Safevî ku yek ji kesên nêzî Lîderê Olî yê Îranê ye, 6 rojan piştî êrîşa Îsraîlê ya li dijî balyozxaneya Îranê ya li Şamê, daxuyanî da û hişyarî kir ku sefaretxaneyên Îsraîlê êdî ne di ewlehiyê de ne. -
Îsraîlê leşkerên xwe yên li başûrê Şerîda Xezeyê vekişand
Hêzên Îsraîlê roja Yekşemê leşkerên xwe yên li başûrê Şerîda Xezeyê vekişand. -
Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi 'tetbîqatên şer' kir
Li Derya Çînê ya Başûr a bi nakokî ku wê Fîlîpîn, DYE, Japonya û Awûstralya tetbîqatên hevpar bikin, heman rojê artêşa Pekînê dest bi 'dewriyeyên şer' kir. -
Li Tel Avîvê 100 hezar kes Netanyahu şermezar kirin
Şerê li Şerîda Xezeyê 7 mehan li pey xwe hişt û li Tel Avîvê bi deh hezaran kes li dijî serokwezîr Benyamîn Netanyahu xwepêşanda lidar xistin. -
Konseya Mafên Mirovan a NY’ê banga rawestandina firotina çekan a ji Îsraîlê re kir
Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) biryar da û daxwaz kir ku firotina çekan a ji Îsraîlê re bê rawestandin. -
Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Îro rojbûna gelê Kurd e!
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera cîhanê hate pîrozkirin. -
Bîlançoya êrîşên li Sistan-Belûcistanê giran bû
Hat ragihandin ku li parêzgeha Sîstan Belûcistanê di êrîşa li dijî baregeheke Muhafizên Şoreşa Îranê û navenda polîsan de 10 endamên hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dan. -
HRW: Êrîşa li Xezeyê ya ku 106 sivîl hatin kuştin sûcê şer e
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) encamên lêkolîna xwe ya derbarê êrîşa Îsraîlê ya di 31’ê Cotmehê de li dijî avahiyeke li Xezeyê ku herî kêm 106 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Rêxistina Efûyê: Li Îranê darvekirin ji sedî 172 zêde bûn
Li gorî Rêxistina Efûyê, li Îranê hejmara darvekirinên di sala 2023'yan de hatin kirin, li gorî sala 2021'an ji sedî 172 zêde bûne. Hate diyar kirin ku par herî kêm 853 kes hatin darvekirin. -
Li Sîstan-Belûcistanê 5 endamên ewlekariyê yên Îranê hatin kuştin
Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a Îranê di êrîşên li ser 2 nuqteyan de 5 endamên muxafizên şoreşê û hêzên polîsan hatin kuştin. -
Li Taywanê bîlançoya erdhejê girantir dibe
Li gorî bîlançoya nû di erdheja li Taywanê de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 700 kes jî birîndar bûne. -
TCŞ'ê li dijî darbeya hilbijartinê bang kir
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bang kir ku li dijî rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dakevin qadan ku îradeya gelê Kurd tine dihesibîne. -
Li Tayvanê ji ber erdhejê 4 kes mirin, 60 kes birîndar bûn
Di erdheja roja Çarşemê li Tayvanê çêbûyî de ku di nava 25 salên dawî de erdheja herî tund e, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 60 kes jî birîndar bûn.