Li Tel Avîvê 100 hezar kes Netanyahu şermezar kirin

Şerê li Şerîda Xezeyê 7 mehan li pey xwe hişt û li Tel Avîvê bi deh hezaran kes li dijî serokwezîr Benyamîn Netanyahu xwepêşanda lidar xistin.

Li gorî organîzatoran 100 hezar kes li Tel Avîvê li ''Qada Demokrasiyê'' hatin cem hev. 

Xwepêşanderan li dijî serokê partiya Likud ê rastgir Netanyahu ku di dozên cuda de navê wî derketî bi taybetî di aliyê gendeliyê de, dirûşme berzkirin û daxwaz kirin ku serokwezîr tavilê îstifa bike û "hilbijartina lezgîn’ pêk were.

Xwepêşanderan piştre tevlî komek din a xwepêşanderan bûn ku li wir jî ji bo dîlgirtinên di encama şerê Îsraîl-Hamasê de pêk hatin, banga bi rêya muzekereyan çareserî hat kirin.

Bi qasî 250 dîlgirtî ji aliyê Hamasê ve hatin revandin. Li gorî artêşa Îsraîlê 34 jê mirine. Tê texmînkirin ku niha 129 dîlgirtî yên di destê komên Filistînê de hene.

Roja Yekşemê ji bilî Tel Avîvê li nêzî pêncî cihên din xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gorî çapemeniya Îsraîlê, di navbera polîs û xwepêşandêrên hewl didan xwe nêzî avahiya taybet a Netanyahu ya li Caesarea ya li bakurê Tel Avîvê bikin pevçûn derket û kesek hat binçavkirin.

Di xwepêşandaneke li Kfar Saba ya li bakur rojhilatê Tel Avîvê de jî rêberê mûxalîf Yair Lapîd axivî û ji bo hilbijartinên nû yên parlamenteriyê bang kir.

Yair Lapîd beriya biçe Washingtonê bi Emerîkiyan re hevdîtinê bike got, "Hînî tiştekî nebûne. Qet neguherîn. Heta ku em wan neşînin, wê nehêlin ku ev welat bi pêş ve biçe.”