Li Mozambîkê keştiyek binav bû: Herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Mozambîkê keştiyeke masîvanan binav bû û di encama bûyerê de zarok jî di nav de herî kêm 98 kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha winda jî hene û xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Hate zanîn ku ji ber baêşa kolerayê  tirs ji gelek malbatan re çêbû û gelek malbat li heman keştiyê siwar bûne.

Hate zanîn ku di keştiya binavbûyî de gelek ji wan zarok, nêzîkî 130 kes hebûne. Keştî di rêwîtiya ber bi Girava Mozambîkê a li qiraxa Nampûlayê de binav bûye.

Rayedaran şeva Duşemê ragihand ku di encama bûyerê de 98 kesan jiyana xwe ji dest daye. Rayedaran destnîşan kirin ku keştî ji ber barê xwe yê giran binav bûye. Her wiha 3 zarok jî di nava cenazeyên ku hatine derxistin de hene.

Wezîrê Dewletê yê Eyaleta Nampûlayê Jaîme Netoyî got ku piraniya rêwiyan ji ber tirsa baêşa kolerayê xwestine ji herêmê birevin û vê yekê jî rê li ber panîkê vekiriye.

Li gorî daneyên fermî li Mozambîkê ku xizantirîn welatekî cîhanê ye, ji meha Cotmehê heya niha ji ber ava qirêj nêzîkê 15 hezar weqayên nexweşan hatine tomarkirin û 32 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. 

Li Mozambîkê ji ber kanên xaza xwezayî hêvîyeke mezin di nava welatiyan de hebû. Ku ew kanên xaza xwezayî cara ewil di sala 2010’an de li herêma Cabo Delgadoyê hatibûn. Lê belê ji sala 2017’an heya niha li herêmê derxistina xaza xwezayî ji ber êrîşên komên çekdar ên girêdayî çeteyên DAÎŞ’ê hatiye sekinandin.

Ji destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê heya niha zêdetirî 5 hezar kes hatine kuştin û nêzîkî milyonek kes jî neçar mane koçî deverên cuda bikin.