Li Sîstan-Belûcistanê 5 endamên ewlekariyê yên Îranê hatin kuştin

Li eyaleta Sîstan-Belûcistan a Îranê di êrîşên li ser 2 nuqteyan de 5 endamên muxafizên şoreşê û hêzên polîsan hatin kuştin.

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir Macîd Mîrahmedî ji televîzyona dewletê re axivî û got, "Pênc endamên muxafizên şoreşê û polîs di du êrişên terorî de ku li Raskê li ser baregeha muxafizan û li Çabaharê ya li nêzî sînorê Pakistanê li ser qereqoleke polîsan bi şev hate kirin hatin kuştin."

Rayedar diyar kir ku di şer de ji êrişkaran herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Mîrahmedî anî ziman ku di şer de her wiha ji hêzên Îranê zêdeyî 10 kes birîndar bûn.

Koma bi navê Ceyş el Adl (Artêşa Edaletê) li ser hesabê Telegramê daxuyaniyek da û berpirsyariya êrişan li xwe girt.

Ev koma serhildêr a Sûnî ku sala 2012'an ava bû, salên dawî gelek êriş kir.

Meha Kanûnê li Raskê di êrişek li ser qereqoleke polîsan de 11 polîs hatibûn kuştin.