BI DÎMEN

Pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê: Îro rojbûna gelê Kurd e!

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her devera cîhanê hate pîrozkirin.

Rojbûna 75'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek welatan hate pîrozkirin.

TORONTO

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kanadayê bi beşdariya gelek jin, zarok û welatparêzan pîrozbahiyek hate lidarxistin. Di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo kesên ku bi rojî bûn, xwarina fitarê hate dayin. Piştî fitarê jî stran hate gotin û govend hate gerandin.

BORDEAÛX

Li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) dar hatin çandin. Piştre jî xwarina fitarê hate dayin.

CALÎFORNÎA

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd li Calîfornîa ya DYE'yê bi merasîma vekirina saziyeke Kurdan hate pîrozkirin. Saziya Kûrdîsh Commûnîty Center li herêma San Francîscoyê hate vekirin. Nezî 200 kes tevlî çalakiyê bûn.

LONDON

Li Londonê di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hate gotin, "Nêzîkatiya li azadiya Rêber Apo nêzîkatiya li azadiya gelê Kurd e."

Çalakî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Brîtanyayê (TCŞ) û Teko-Jin ve hate lidarxistin. Bi navê tevgerên ciwanan Piling Amed axivî û diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna gelekî ye.

Di çalakiyê de li hewşa KCC'yê şitlê daran hatin çandin.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê bi pêşengiya TCŞ'ê konvoyek ji wesayitan hate amadekirin û 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin. Li kolanên Marsîlyayê ciwan bi konvoyê geriyan û bi meşaleyan şahiyek lidar xistin.

ANTWERPEN

4'ê Nîsanê li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê jî bi pêşengiya TCŞ'ê û Teko-Jin hate pîrozkirin.

Ciwanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û sînevîzyonek nîşan dan.

BÎEL

Li bajarê Bîel ê Swîsreyê ciwanên TCŞ û Teko-Jin û endamên Meclîsa Giştî li Komeleya Çanda Kurd 4'ê Nîsanê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîşandan.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 4'ê Nîsanê hate pîrozkirin.