ROJEVA 8'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Ûysal biryarên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê yên şewitandina înfazê nirxand û got, çavkaniya van kiryaran tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê ye.

Koma ku di hefteya 619'an de Nobeda Azadiyê dewr wergirtiye got, "Ji bo xwedîderketina li îradeya me û şikandina tecrîdê, ji bo paşeroja azad a Rêberê me , ji bo Kurdistana azad em çalakiyên xwe xurt bikin."

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê diyar kir ku Şoreşa Rojava hîn ciwan e û got, "Wêjeya rasteqîn a vê şoreşê wê derkeve holê."