Li Rûsya û Kazakistanê lehî rabû: Zêdeyî 90 hezar kes hatin veguhestin

Li Rûsya û Kazakistanê karesata lehiyê ya herî xirab a salên dawî, çêbû. Ji ber rabûna avê di nava du hefteyan de zêdeyî 90 hezar kes hatin veguhestin.

Hat ragihandin ku ji ber zêdebûna germahiyê, baranên tund, helîna berfê, şikestina qerisînên li ser çeman bû sedema lehiyê.

Wezareta Rewşên Lezgîn a Kazakistanê roja Sêşemê daxuyanî da û got: “Piştî destpêkirina lehiyan û vir ve li Kazakistanê 86 hezar kes hatin rizgarkirin û tahliyekirin ku 29 hezar ji wan zarok in.”

Tahliye li bakur û rojavayê vî welatê mezin ê Asyaya Navîn a li sînorê Rûsyayê, pêk hat.

Roja Sêşemê rayedarên Rûs ragihandibû ku li herêmên Ûral û Sibiryayê 6 hezar û 500 kes hatin tahliyekirin û malên zêdeyî 10 hezar û 550 kesan di avê de man.

Li 5 herêmên Kazakistanê rabûna avan dewam dike û zêdeyî 3 hezar û 700 mal di bin avê de mane.

Serokkomar Kasim Comert Tokayev bi zimanekî tund rayedarên herêmî ji ber bêamadekariyê rexne kir û lehiyên hefteya borî weke “karesata xwezayî ya herî mezin a 80 salên dawiyê” pênase kir.

Li aliyê din ê sînor, li Rûsyayê herêma Orenbûrg herî zêde bandor bûye, asta çemê Ûral car din bilind bû. Şaredarê Orenbûrgê hişyarî kir ku lehî wê roja Çarşemê bigihije lûtkeyê.